Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-09-17 12:58:55 WAN - Li Wanê otobûsa penaber tê de bûn qeza kir û di qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Otobusa ku penaber tê de bûn û ji navçeya Artemêtan a Wanê ber bi Dîlokê ve diçû, qeza kir. Di qezayê de 5 penaberan jiyana xwe dest dan û 35 penaber jî birîndar bûn. Walîtiya Wanê têkildarî qezayê daxuyanî da û wiha got: "Di şeva 17'ê îlona 2023'yan saet derdora 03.01'an de li herêma Çeşmelî ya navçeya Payîzavayê, otobûsa penaberan a bi awayeke pêbergalî ji Navenda Paşveşandina Penaberan a Kurubaşê ber bi Dîlokê ve diçû, hakîmiyeta dîreksiyonê winda kir. Otobûsê qeza kir û gêr bû newalê."   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 7 personelên emniyetê, 2 ajokar û 26 penaber jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku tedawiya kesên di qezayê de birîndar bûne berdewam dike.