Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir 2023-09-17 14:00:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Fevzî Ozmen ku nexweşê penceşêrê bû, wefat kir.    Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Fevzî Ozmen ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû û dihat tedawîkirin, îro di danê sibehê de li nexweşxaneya AKH’ê ya lê dihat tedawîkirin wefat kir. Şîna Ozmen dê li mizgefta li bajarê Hagenê bê danîn.    OZMEN KÎ YE?    Fevzî Ozmen, di sala 1943’yan de li gundê Şorax ê navçeya Çad a Erziromê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadehî li Erziromê xwend û ji Fakûlteya Îktîsatê ya Stenbolê mezûn bû.    Ozmen, salên dûvdirêj li Tirkiye û Kurdistanê di nava derdorên siyasî yên kurd de bi awayekî çalak cih girt. Piştre jî neçar ma ku sirgûnî Almanyayê bibe. Ozmen ku Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê bû, weke endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di nava xebatên siyasî de jî cih girt.    Di heman demê de Ozmen Serokê Rûmetê yê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê (YMK) û endamê PENa Kurd bû. Ozmen, li ser kurdî lêkolîn dikir. Hem waneyên ziman da hem jî pirtûkên gramera kurdî nivîsand. Romaneke ozmen a bi navê “Siya Şikestî" jî heye.