ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-18 09:00:10   * Jinên Rihayê ku der barê kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” hat destpêkirin diyar kirin ku ew ê bi vê dirûşmeyê li dijî tundî û hişmendiya desthilatdariya mêr têbikoşin.    * Rêvebira Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Murad diyar kir ku wan di bin êriş û ambargoyê de li dijî pergala kapîtalîst modela alternatîf ava kirin e û got: “Me bi kooperatîfan axa xwe ya bejî bi destê jinan ji nû ve zindî kir.”    * Nivîskar û akademîsyen Dilawer Zeraq ku di “Kargeha Nivîskariya Afirîner” de dê bi pêşengiya MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd bê lidarxistin de dersdar e, bal kişand ser derengmayîna vê kargehê û got ku ev kargeh ji aliyê hunera nivîskî û guherîna feraseta nivîskariya kurdî ve xebateke gelekî kêrhatî ye.    * Jin li Semsûrê zivistanê wê di konteyneran de derbas bikin. Jin dibêjin ku ew xwe di konteyneran de bi ewle nabînin. Endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Semsûrê Aysun Avci got: “Divê nokteyên tenduristiyê werin avakirin. Heke mirov xwe di ewle de nebînin wê bibe sedema travmayên nû.”    * KCD, DBP, Partiya Çepên Kesk, Partiya Azadî, KKP, PSK, PÎA dê encamnameya konferansa "Di sala sedemîn a Lozanê de Kurd û Kurdistan" li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrêrojhilat eşkere bikin. (11.00)  ZINDÎ   * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û şandeya pê re wê li Semsûra ku ji erdhejna navenda wê Mereşê bi bandor bû, hin rêze serdanan bikin. (10.30-17.00)   * Li Gever û Îzmîrê wê êrişên PDK’ê yên li Herêma Kurdistana Federe bên şermezarkirin. (14.00-18.00)