Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da 2023-09-18 09:21:18 MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê duh bi şev êrişeke çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de kesekî jiyana ji dest da û zarokek jî birîndar bû.    Li Qada Azadiyê ya li Taxa Yenî ya navçeya Qoser a Mêrdînê duh bi şev li dijî welatiyê bi navê Necmettîn Atiz ji aliyê kesekî an jî hin kesên nasnameya wan nediyar ve êrişeke çekdarî pêk hat. Atiz ê di encama êrişê de gelek gule li laşê wî ketin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, yek ji guleyan li lingê zarokekî ku di cihê bûyerê re derbas dibû ket. Tîmên tenduristiyê yên li ser dengê çekan sewqî cihê bûyerê hatin kirin, zarokê birîndar birin nexweşxaneyê.    Cenazeyê Atiz ji bo kirariyên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.