Nûnerên THÎV'ê hatin beraetkirin 2023-09-18 14:14:35   WAN - Nûnera TÎHV'a Wanê Sevîm Çîçek û Bijîşkê Serlêdanê yê THÎV'ê Huseyîn Yavîç ên ji doza bi îdiaya "muxalefeta civîn û xwepêşandanê kirin e" dihatin darizandin, beraet kirin.    Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) a Wanê Sevîm Çîçek û Bijîşkê Serlêdanê yê THÎV'ê  Huseyîn Yavîç ku beşdarî protestokirina bûyera qezayê ya bû sedema mirina Dr. Rumeysa Berîn Şen a di sala 2021'ê de bûbûn, bi îdiaya "muxalefetiya civîn û xwepêşdanê kirin e" doz li wan hatibû vekirin.    Danişîna biryarê ya doza derbarê Çîçek û Yavîç de îro li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Piştî parastinan dadgehê diyar kir ku Çîçek û Yavîç mafên xwe yên destûrî bikar anîne û derbarê wan de biryara beraetê da.