Li Hewlêrê li dijî avahiya KNK'ê êrişa çekdarî: Kesek hat qetilkirin 2023-09-18 17:13:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê bi çekan êrişî avahiya KNK'ê hat kirin.   Li gor nûçeya Rojnewsê li Hewlêrê êrişî avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat kirin. Hat hînkirin ku di êrişê de Nûnerê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun hatiye qetilkirin.   Têkildarî êrişê daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.