Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir 2023-09-18 20:55:21   STENBOL-  Rojnamevanê girtî Abdûrrahman Gok ku di "Xelatên Rojnamevaniyê ya Çapemeniya Azad a Mûsa Anter" de xelata yekemîniyê girt, malavayiya kesên ku xelat liyaqî wî dîtine kir û xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir.    Xwediyên 30'yemîn Xelatên Rojnamevaniyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad a Mûsa Anter diyar bûn. Îsal Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok ê di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê de, bi nûçeya xwe ya "Ez li Rojhilat û Îranê me ku 'jin, jiyan, azadiyê' ragihandin cîhanê" xelata yekemîniyê wergirt.    Gok malavayiya endamên juriyê yên xelat liyaqî wî dîtine kir û bi rêya parêzerê xwe ragihand ku ew vê xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî Nîlufer Hamedî û Elahî Mihammedî yên mirina Jîna Emîniyê ragihandin cîhanê û di şexsê hevpîşeyên xwe Sedat Yilmaz, Dîcle mUftuoglû, Mehmet Şah Orûç, Firatcan Aslan û Mervan Yanardag ên girtî de diyarî hemû rojnamevanên girtî kir.