Çoltara gundê Bana tê bombebarankirin 2023-09-19 08:57:54   ŞIRNEX - Çoltara gundê Bana yê girêdayî navçeya Basayê bi balafiran tê bombebarankirin.   Çoltara gundê Bana yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê ku ev du meh bêtirin di bin dorpêçê de ye du roj in bi helîkopteran tê bombebarankirin. Ji aliyê şeniyên herêmê ve hate ragihandin ku ji duh ve li herêmê tevgera hewayî û bêjahî heye. Hate ragihandin ku bi helîkopteran leşker sewqî herêmê tên kirin. Dengê çekan û bombebaranê ku ji duh heta niha kêm nebûye gundiyan aciz dike.    Hate zanîn ku baxçeyên şeniyên herêmê ku duh di encama gulebarana leşkeran de agir pêketibû jî ji ber ku mudaxile nehatibû kirin şewitîne.   Di saetên serê sibê de çemê li rex gundê Bana ji aliyê du helîkopteran ve hate bomberandin. Hate zanîn ku gelek leşker sewqî gundê ku bomberan lê didome hatine kirin.