Apê Mûsa 31 sal berê hat qetilkirin: Dê kevneşopiya rojnamevanên berxwedêr tim bidome 2023-09-19 09:02:22   ÊLIH - Di ser qetilkirina Mûsa Anter re 31 sal derbas bûn. Kurê wî Dîcle Anter diyar kir ku lêgerîna wan a ji bo edaletê bi demboriyê hatiye bersivandin û got ku rojnamevaniya Mûsa Anter, rojnamevaniya berxwedanê ye.    Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku ji bo Mîhrîcana Çand û Hunerê hat Amedê, di 20'ê Îlona 1992'yan de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin. Di ser qetilkirina rewşenbîr û nivîskar Mûsa Anter re 31 sal derbas bûn. Doza der barê qetilkiirina wî de jî par ji ber demboriyê betal bû. Kurê wî Dîcle Anter bibîr xist ku dozên li bara civakê şopên kûr li dû xwe hiştine yeko yeko tên betalkirin û ji bo vê îşaret bi mînaka dawî ya doza Otêla Madimakê ku 33 rewşenbîr lê hatibûn şewitandin, kir.    DOZA KU BI RÛPELEKÊ DEST PÊ KIR   Dîcle Anter anî ziman ku ji roja ku bavê wî hatiye qetilkirin heya niha doza edaletê dikin, lê belê daxwazên wan ên ji bo edaletê piştî 30 salan bi demboriyê hatiye bersivandin û wiha got: "Gel, zaf ji bavê min hez dikir. Awayê nivîsandina wî zimanekî fêmbar bû. Vê yekê di rojnamevaniya xwe de jî kir. Û gel pir jê hez kir. Gelek baş behsa dîroka kurdan dikir û di vî warî de gelê kurd serwext dikir. Ji ber ku ev tişt dianîn zimên tim di hedefê de bû. Dewletê dafik çêkirin û ew qetil kir. Piştî qetilkirina wî em ketina nava lêgerîna ji bo edaletê. Di vê pêvajoyê de ku me bi rûpelekê dest pê kir, veguherî olaneke mezin lê mixabin bi demboriyê bi dawî bû."    Anter destnîşan kir ku doza ku bo demboriyê hat betalkirin şandine Dadgeha Destûra Bingehîn û got ku ger tiştek ji vir derneyê dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.    ‘BI DEMBORIYÊ TÊN BERSIVANDIN'   Anter destnîşan kir ku dozên birîna civakê ne bi demboriyê tên betalkirin û wiha pê de çû: "Çendî eşkere ye ku bavê min ji aliyê kê ve hatiye kuştin jî, dosye bi demboriyê hat girtin. HEman tişt ji bo Komkujiya Sêwazê jî çêbû. Kesên mirov şewitandin hatin berdan. Kujer tên berdan. Ev tişt birîneke kûr a civakê ye, lê feraseta komkujer di nava me de digere. Lêgerînên ji bo edaletê tim bi vî awayî tên bersivandin."    ROJNAMEVANIYA BERXWDÊR   Anter ku rojnamevaniya bavê xwe wekî "rojnamevaniya berxwedanê" pênase kir got: "Rojnamevaniya Mûsa Anter, rojnamevaniyeke girîng e. Bi gotina Mûsa Anter, generalên wî yên biçûk pênûsa wî li erdê nehotşin. Êrişên li ser rojnamevanên berxwedê li ber çavan e. Abdurrahman Gok û gelek rojnamevanên din bi şûrê Demokles re rû bi rû man. Û niha gelek rojnamevan sirf ji ber nûçeyên xwe girtî ne. Lê paş de gav navêjin. Dê kevneşopiya Mûsa Anter tim bidome."   Anter bibîr xist ku 30 sal in "Pêşbaziya Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter" didome û got ku ev ji bo gelê kurd xwedî girîngiyeke gelekî mezin e.    MA / Fethî Balaman