Komeleya Wêjekarên Kurd: Êrişa li dijî avahiya KNK’ê tarûmarkirina yekitiya netewî ye 2023-09-19 10:40:53   AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd, bi daxuyaniyekê êrişa li avahiya KNK hatiye kirin şermezar kir û destnîşan kir ku armanc ne kes in, armanc tarûmarkirina yekitiya neteweyî ya kurdan e.   Duh dora saet di 17.00'an de li Hewlêrê bi çekan êrişî avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat kirin. Hate diyarkirin ku di êrişê de Nûnerê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun hatiye qetilkirin. Komeleya Wêjekarên Kurd, bi daxuyaniyekê êrişa li dijî avahiya KNK'ê hate kirin şermezar kir û destnîşan kir ku armanc ne kes in, armanc tarûmarkirina yekitiya neteweyî ya kurdan e.    Daxuyaniya Komeleya Wêjekarên Kurd wiha ye:    "Li her çar beşên Kurdistanê hêzên dagirker çi yekser çi jî ne yekser yekitî û destkeftiyên kurdan hedef digirin. Ji bo kurd nebin yek û bi awayekî yekpare xwedî li destkeftiyên xwe dernekevin, çi ji destê wan tê dikin. Ji bo vê hema hema her roj li her çar beşên Kurdistanê êrişê dibin ser kurdan. Duh jî li Hewlêra Başûrê Kurdistanê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku armanca wê yekitiya neteweyî ya kurdan e, rastî êrişeke çekdarî hat. Di êrişê de nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun hat qetilkirin. Em vê êrişa li dijî KNK’ê hatiye kirin, bi her awayî şermezar dikin û sersaxiyê ji malbata Denîz Cevdet Bulbun û gelê kurd re dixwazin.    BANG LI GEL, PARTÎ, SAZÎ, NIVÎSKAR Û REWŞENBÎRAN HAT KIRIN   Em dizanin ku armanca vê erişa li dijî KNK’ê hatiye kirin, ne kes in, armanc bi her awayî tarûmarkirina yekîtiya neteweyî ya kurdan û destkeftiyên wan e. Lewma em weke Komeleya Wêjekarên Kurd bang li tevahiya gelê kurd, partî, sazî û dezgehên kurdan û bi taybetî jî nivîskar û rewşenbîrên kurdan dikin ku li ber van êrişên ku çavberdane yekîtiya kurdan, xwedî helwest bin û nehêlin dagirker û şirîkên wan ruhê yekîtiya me bişikînin."