Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk: Divê em li dijî êrişan xwedî helwest bin 2023-09-19 15:02:31   ENQERE - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun û Îbrahîm Akin têkildarî êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyeyê daxuyanî dan û wiha gotin: “Banga me ji bo gelê kurd ew e ku li dijî êrişan bikevin nava tevgerê, ji bo yekitiya neteweyî bikevin nava hewldanan û li dijî kesên bingehê ji komkujeran re amade dikin jî helwestê nîşan bidin.”    Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin têkildarî êrişa duh li dijî nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û balafirgeha Silêmaniyeyê daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi êrişan yekitiya gelê kurd hatiye hedefgirtin û faîlên êrişan jî diyar in.    'HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN’   Daxuyanî wiha ye: “Em van êrişên li dijî gelê kurd û destkeftiyên wan bi tundî şermezar dikin. Ev êrişên li demê hatine belavkirin veguherîne polîtîkayên qirkirin. Em, bêdengiya hêzên herêmê û yên navneteweyî jî şermezar dikin. Bi sala ye ev polîtîkaya qirkirinê tê meşandin lê gelê kurd tevî hemû êrişan û dezgehên qirêjî jî tu carî dev ji daxwaza xwe ya wekhevî, azadî û edaletê berneda ye. Dê gelê kurd li dijî van êrişan jî dev ji daxwazên xwe bernede û tu gavan paşve neavêje. Tevî rola bêyom û noker a hinek derdoran a di van êrişê ji çar aliyan ve jî dê gelê me bi avakirina yekitiya neteweyî bersivê bide êrişan. Di êrişa Hewlêrê de Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun jiyana xwe ji dest da. Em ji bo malbata Bulbun, KNK’ê, malbatên pêşmergeyên YNK’ê yên di êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyeyê de jiyana xwe ji dest dayîn, YNK’ê û gelê kurd sersaxiyê dixwazin. Ev windahî, êşa hevpar a gelê me ye. Ji bo ku ev êriş bi dawî bibin, banga me ji bo gelê kurd ew e ku bikeve nava liv û tevgerê, hevgirtina xwe ava bike û ji bo yekitiya neteweyî bikeve nava hewldana. Her wiha banga me ew e ku li dijî bingehê ji bo komkujeran amade dike û cisaretê dide wan helwestê nîşan bide. Banga me ji bo raya giştî ya demokratîk jî ew e ku li dijî van komkujiyan xwedî helwest be. Her wiha banga me ji bo wan derdorên li dijî komkujiyê bêdeng dimînin, piştgiriyê didin jî dikin ku dev ji van sûcên xwe berdin. Weke soza me ya ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn, dê xebatên me yên ji bo yekitiya neteweyî û têkoşîna me ya li dijî komkujeran bidome.”