Li Colemêrgê tundiya li dijî bijîşk 2023-09-19 15:44:30   COLEMÊRG - Remzî Dûman ê bi hevalê xwe yê MHP’î, Fatîh Ozbek re hatibû nexweşxaneyê bijîşkek derb kir.    Hat destnîşankirin ku Serokê MHP’ê yê Colemêrgê yê berê Fatîh Ozbek ji ber bandora eraqê li navenda sûkê li ser hemdê xwe çû. Hat diyarkirin ku Remzî Dûman ê tevî Ozbek hatiye nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê bijîşk Ahmet Dursun derb kir. Hat gotin ku Dûman di heman demê de heqaret û çêr li xebatkarên tenduristiyê kirin.    Têkildarî bûyerê bijîşk Serhan Kose li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal agahî parve kir û wiha got: "Ez bijîşk Serhan Kose. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê weke pratîsyenê servîsa lezgîn dixebitim. Di 19’ê îlona 2023’yan saeet di 03.00’an de nexweşê bi îdiaya ser hişê xwe çûye û tevî şerekê bûye, bi pênaseya ‘şêlûbûna hiş’ bi ambulansa 112’ê anîn nexweşxaneya me. Hevalên nexweş ê rakirin Resutasyonê, êrişî bijîşkê me yê pisporê beşa lezgîn kirin. Kêliya ku bûyer qewimî tîmên polîsan jî tu mudaxile nekirin. Şexsê êrişî bijîşkê me kiriye Remzî Dûman, bêyî were binçavkirin ji hêla dozgeriyê hate berdan. Em bijîşkên li vir dixebitin tim rastî êriş, gef û heqaretan tên. Em naxwazin bêyî ewlehiya can, di van şert û mercan de bixebitin.”   SERLÊDANA SÛC   Têkildarî êrişa hatiye kirin em bi bijîşk Dursun re axivîn. Dursun got ku wan li Serdozgeriya Komarê giliyê êrişkaran kiriye.