Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî hemû Kurdistanê hatiye kirin 2023-09-19 16:06:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad têkildarî qetilkirina endamê wan Denîz Cevdet Bulbun wiha got: “Ev êriş di heman demê de li dijî ewlekariya Hewlêrê û tevahiya xaka Kurdistanê hatiye kirin.”    Di encama êrişa çekdarî ya duh li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Hewlêrê de endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun hate qetilkirin. KNK’ê têkildarî êrişê daxuyanî da. Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad têkildarî êrişê wiha got: “Di serî de em qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun bi tundî şermezar dikin. Hedefgirtina Şaxa KNK’ê ya Hewlêrê, tê wateya hedefgirtina xebatên yekitiya neteweyî ya gelê kurd.”    Mûrad, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ev êrişa terorê ne tenê li dijî endamê KNK’ê hatiye kirin, di heman demê de li dijî ewlehiya Hewlêrê û tevahiya xaka Kurdistanê hatiye kirin. Dijminê me careke din nîşan da ku ji xebatên yekitiya neteweyî ya gelê kurd ditirse. Ji ber ku yekitiya gelê kurd, li dijî planên dagirkeran ên ji bo tevgera azadiyê ya Kurdistanê, bersiveke.”