Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin 2023-09-19 16:31:37   ERZIROM - Cenazeyê Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Fevzî Ozmen li navçeya Çadê hate oxirkirin.      Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Fevzî Ozmen ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû, di 17’ê îlonê de li bajarê Hagenê li nexweşxaneya AKH’ê ya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Piştî merasîma li Almanyayê, cenazeyê Ozmen ber bi Erziromê ve hate oxirkirin. Cenazeyê Ozmen li gundê Şorax ê navçeya Çadê ya Erziromê hate definkirin.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk û gelek kes tev li merasîma oxirkirina cenazeyê Ozmen bûn.