Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin 2023-09-19 22:18:59   ŞIRNEX- Ramazan Elîçumuş ê HPG'î yê li Banayê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da, di bin dorpêçê de hat definkirin.    Gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye. Di êrişa hewayî ya li gund de Ramazan Elîçumuş ê HPG'î jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Elîçumuş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata wî ku ji bo teşxîsê hat Şirnexê, cenaze teşxîs kir.   Cenazeyê Elîçumuş ber bi bajarê wî bajaroka Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê ve hat birêkirin. Ji xeynî ferdên malbatê nehat hiştin ku les tevlî merasîma cenaze bibe. Cenazeyê Elîçumuş piştî wecîbeyên olî di bin dorpêça leşkeran de hat definkirin.