Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû 2023-09-20 09:06:18   WAN - Li 5 penaberên ku cerdevanan ew xesp kirin, 22 sal û 11 meh ceza hat birîn. Di darizandina jinûve de, derket holê ku telefona penaberan ji aliyê sercerdevan ve hatiye bikaranîn. Penaberan beraet kir, dadgehê jî giliyê cerdevanên ku penaberan xapandin kir. Lê dîsa jî penabera tên dersînorkirin.    Paneberên ku ji ber şerên navxweyî yên welatên xwe reviyan û hatin Tirkiyeyê rastî binpêkirinên mafan tên. Di bûyera li Wanê de 5 penaber ji aliyê cerdevanan ve hatin xespkirin, telefonî pere û amûrên wan ên din hatin desteserkirin. Penaberên ku careke din bi xespkirina komeke din a cerdevanan re rû bi rû man, ew û cerdevanên bêunîforma bi hev ketin. Penaber ji bo xwe biparêzin dest danîn ser çekên cerdevanan û wesayîtên wan. Penaberên ku cendirmeyan ew dan sekinandin, hatin binçavkirin û paşê bi hinceta muameleya xirab hatin girtin. Li penaberên hatin girtin 22 sal û 11 meh ceza hat birîn. Paşê darizandin jinûve dest pê kir û derket holê ku telefona penabeêrn hatine xespkirin li gund ji aliyê cerdevanekî hatiye bikaranîn. Bi vê re her 5 penaber  beraet kirin û der barê cerdevanên ku ew xespkirin de jî lêpirsîn hat destpêkirin.    CERDEVANAN PENABER XESP KIRIN   Di 15'ê Mijdara 2021'ê de penaberên bi navê M.T., N.A., R.Ş, S.A. ku ji Afxanistanê berê xwe dan Tirkiyeyê, ji navçeya Westan a Wanê xwestin peya heya Tetwana Bedlîsê bimeşin. Lê belê li gundê Narîkê yê Westanê cerdevanan ew desteserkirin û bi kuştinê gef li wan xwarin û dest danîn ser hemû eşyayên wan. Penaberêên ku saet, telefon û pereyên wan ji wan hatin stendin, paşê hatin berdan. Penaberên ku rêya xwe domandin, vê carê ku herêma Taşocagi ya Westanê car din ji aliyê kesên sivîl û çekên lûledirêj di dest wan de hatin sekinandin. Penaberên ku wer fikirîn kesên sivîl ew desteser kirine, çeka cerddevanekî ji wî stendin û paşê dest danîn ser wesyîtên cerdevanan. Paşê penaber li wesayîtê siwar bûn û ber bi Wanê ve çûn. Wê kêliyê cerdevan telefonî cendirmeyan kiin û gotin wesayîta wan hatiye desteserkirin. Penaberên ku çûn qereqola Westanê û xwestin tiştên hatine serê wan bibêjin, ji aliyê cendirmeyan ve hatin desteserkirin û binçavkirin.    Penaberên hatin binçavkirin 5 rojan di binçavan de hatin îşkencekirin û paşê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Westanê ve hatin girtin. Penaberan tiştên hatin serê wan gotin û diyar kirin ku armanca desteserkirina wesayîtê ew bû ku bên qereqolê û giliyê kesên ku ew detseser kirine bikin û çekên wan radestî qereqolê bikin.    22 SAL Û 11 MEH CEZA   Der barê 5 penaberan de ku hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Wanê ya Tîpa T'yê, îdianame hat amadekirin. Penaberên ku li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê hatin darizandin, bi îdiaya "şêlandinê" bi giştî 22 sal » 11 meh ceza li wan hat birîn. Paşê parêzerên wan îtiraz kir û dosyeyê ji Dadgeha Herêmê ya Wanê re şandin. Dadgehê jî diyar kir ku îfadeya hin kesan nehatiye girtin û biryara jinûvedarizandinê da.    TELEFONA PENABERA LI MALA CERDEVAN HAT DÎTIN   Darizandina ku li Dadgeha Ceza ya Giran a 3'yan a Wanê hat kirin, cihê "bersûc" û "mexdûran" guhert.    Di dema darizandinê de parêzerê dosyeyê IMEI'yan telefona cerdevanekî dît û xwest û cihê vê telefonê bê tespîtkirin. Di lêkolînan hat kirin de telefona navborî li gundê Narîkê bi awayekî çalak tê bikaranîn. Di lêkolînê de derket hlê ku telefon ji aliyê kurê sercerdevan A.A. tê bikaranîn. Kurê sercerdevan S.A. ku adgehê gazî wî kir, îdia kir ku wî telefonê ji navenda Wanê ji diaknekê stendiye. Gava dadgehê û penaberan ji S.A. pirsîn ku wî telefon ji kîjan dikanê stendiye, S.A. gotinên li hev dernayên gotin û paşê got nayê bîra wî.    CERDEVAN: SER BÛYERÊ HAT GIRTIN   Di heman danişînê de cerdevanekî jî îfade da. Cerdevan di îfadeya xwe de got: "Cerdevan A.A. telefon birine malê. Paşê gava min aqûbeta telefonan jê pirsî got, ew dane serçawîş. Ser vê bûyerê digirin, lê paşê A.A. telefonê dide kurê xwe. Min ev yek bi xwe lêkolîn kir û pê hesiyam."    GILIYÊ CERDEVANAN KIR   Di danişîna dawî de kişf bû ku cerdevanan penaber şêlandine. Her 5 penaber di 9'ê Sibata 2023'yan de beraet kirin û hatin berdan. Lê dadgehê der barê cerdevan A.A, S.A., N.A., T.O, V.E. û Î.T. yên penaber şêlandin de li Serdozgeriya Komarê ya Wanê gilî kir.    Lê belê her 15 penaberên ku 17 mehan di girtîgehê de mab, şandin Navenda Paşveşandinê. Ji van penaberan yek jê li Wan û yên din jî li Îdirê li Navenda Paşveşandinê e. Paneber 7 meh in ji bo dersînorkirinê li navenda paşveşandinê ne. Hemû îtirazên ji bo vê hatin redkirin û herî dawî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat dyaîn.    MA / Adnan Bîlen