Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn 2023-09-20 12:41:13   RIHA - Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest dabû, di 5’emîn salvegera mirina xwe de, li ser gora xwe ya li Sêweregê hat bibîranîn.     Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan di 20’ê îlona sala 2018’an de li Hewlêr a Herêma Federal a Kurdistanê di encama krîza dil de, jiyana xwe ji dest da. Ayhan, di 5'emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Nato ya li Sêwerega Rihayê hat bibîranîn. Li gel malbata Ayhan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Ferît Şenyaşar, Omer Ocalan, Dîlan Kunt Ayan û  pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Rihayê û gelek welatî jî di merasîma bîranînê de amade bûn.    Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştî rêzgirtinê, hevjîna Îbrahîm Ayhan, Rêzan Ayhan axivî û bi lêv kir ku têkoşîna Îbrahîm Ayhan hê berdewam dike û got ku Îbrahîmek çû lê bi milyonan Îbrahîm Ayhan hene û wê hebin.   'TÊKOŞÎNA WÎ WÊ RÊYA ME RONÎ BIKE'   Pişt re jî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: "Îbrahîm Ayhan tevî zext û tundiyan jî, di têkoşînê de paş ve gav neavet û serî netewand. Kêda wî nayê jibîrkirin. Bîranîna wî wê riya me ronî bike."   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî anî ziman ku ew ê xwedî li mîrateya Îbrahîm Ayhan derbikevin û ev tişt gotin: "Ez di şexsê Îbrahîm Ayhan de hemû şehîden şoreşê bi bîr tînim. Her tim ji bo azadiya gelê kurd têkoşiya. Dilê wî her tim ji bo têkoşîna azadiye diavêt. Em jî dê xwedî li mîrateya wî derkevin."   Piştî axaftinan dûa hatin xwendin û bîranîn bi çepik û danîna qurnafîlan bi dawî bû. Girse pişt re ji goristanê derbasî mala dê û bavên Îbrahîm Ayhan a li navçeya Seweregê bû. Li vir kon hatibû vegirtin û xwarin hat dayîn.