Bi girseyî serdana şîna Temel kirin 2023-09-20 13:39:20   WAN - Şîna endamê HPG’ê Çetîn Temel ê li çoltera navçeya Licê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate ziyaretkirin.     Endamê HPG’ê Çetîn Temel (Demhat) di encama êrişa hewayî de li gundê Daraqol ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest da. Şîna ji bo Temel li Taxa Sixkê ya navçeya Rêya Armûşa Wanê hate danîn bi girseyî hate ziyaretkirin. Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên Partiya Çepên Kesk û parlamenterên bajêr û endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê tev li şînê bûn.   CIWAN MEŞIYAN    Ciwanên ku bi awayekî girseyî tev li şînê bûn, posterên endamê HPG’ê Temel ê jiyana xwe ji dest da vekirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” heta qada şînê meşiyan.    LI BENDA WERGIRTINA CENAZEYÎ NE   Di vê navberê de malbat li bendê ye ku îro cenazeyê lawê xwe ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê wergirin û bînin Wanê.