Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar 2023-09-20 14:14:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê qanûna ku mercên girêdana dersoka bi darê zorê girantir dikin li meclisê hate qebûlkirin.    Meclisa Îranê, di yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de hinek cezayên nû li cezayê binpêkirina qanûna girêdana dersokê ya mecbûrî zêde kir. Bi vê yekê re qanûna ku kesên girêdana dersokê ya bi zorê binpê dikin cezayê pereyan lê were birîn, ji xizmetên bankavaniyê bêpar were hiştin û derheqê wan de kirariyên edlî were kirin li Meclisê qebûl kir. Li gorî nûçeya IRNA’yê; pêşnûmeqanûna “ Piştevaniya bi îfet û çanda dersokê re” ya bi îmzeya Serokkomar Îbrahîm Reîsî ji meclisê re hate şandin. Ji 201 parlamenteran 34’an jê dengê “Na” û 7’an deng nedan û 152 parlamenteran jî dengê “Erê” dan. Meclisê biryar da ku qanûn ji bo 3 salan weke cerebe bikeve meriyetê.    Bi vê qanûnê re; jinên li gorî qaîdeyan tevnegerin dê ji ewil bi rêya peyamên kurd bên “hişyarkirin.” Li yên guh nedin jî dê cezayê pereyan were birîn. Heke ev kes cezayê pereyan nedin, dê hemû kirariyên bankavaniyê yên van kesan bên betalkirin. Dikare di nava 10 rojan de li dijî cezayan îtîraz were kirin. Heke ev qaîde çar caran were binpêkirin êdî dikare doz were vekirin û ew kes bên girtin. Heke kargeh bi vê qanûnê nekin, dê ji bo demekî bên mohrkirin. Heke kesayetên bi xebatên civakî, siyasî, çandî, hunerî û sporê mijûl heke vê qanûnê binpê bikin dê ji ewil cezayê pereyan lê were birîn û heke bidomînin dê ji xebatên pîşeyî bên derxistin.