Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome 2023-09-20 20:15:03   STENBOL – Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 98'emîn a Komkujiya Pirsûsê de diyar kirin ku ew ê dest ji lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bernedin û daxwazên xwe ragihandin.    Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 98'emîn a Komkujiya Pirsûsê de ku 33 ciwan di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de hatibûn qetilkirin, li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê li hev kom bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila dilê me ji bo edaletê lêbide" hat vekirin û tim dirûşmeyên "Edalet ji bo Pirsûsê, Edalet ji bo her kesî" û "Şehîdên Pirsûsê nemir in" hatin berzkirin. Parlementera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Çîçek Otlû û kesên li Pirsûsê birîndar bûbûn û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dabûn û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên ciwanan tevlî daxuyaniyê bûn.    Li ser navê Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê Famze Toprak metna daxuyaniyê xwend. Toprakê diyar kir ku heya kiryarên komkujiyê neyên darizandin dê lêgerîna wan a ji bo edaletê bidome. Toprakê daxwazên Malbatên Pirsûsê ragihandin:   “*Bila malbatên me yên girtî, birîndarên me û parêzerên me bên berdan.   *Bila serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû tiştên di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de qewimîne bibêje.    *Bila bê eşkerekirin ku Îlhamî Balî yê ku bi bultena sor lê tê gerîn û li Enqereyê li otêleke pênc stêrkî bi peywirdarên MÎT'ê re hevdîtin kir, çima nehatiye girtin.    *Bila lêpirsînên der barê kesên ku ji ber li hêwanên dadgehê doza edaletê kirin hatin destpêkirin, bên berdan.    *Dîmenên beriya komkujiyê û pişt komkujiyê piştî sê sal û nîvan daxilî nava dosyeyê hatin kirin, lê 5 saetên dîmenan ên piştî komkujiyê hatine jêbirin. Heya niha ji bo vê tiştek nehatiye kirin. Bila ev dîmen bên vekolandin.    *Midûriyeta polîsan a Pirsûsê beriya komkujiyê nasnameya xwekuj Abdûrrahman Alagoz kontrol kiriye. Bila bê eşkerekirin ku çima midûriyeta polîsan a Pirsûsê der barê Alagoz de tiştek nekiriye.    *Bila dosyeyên komkujiyên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine kirin ên li Enqere, Pirsûs û Amedê, bên yekkirin."