Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan 2023-09-20 22:02:28   COLEMÊRG - 11 kesên ku li navenda Colemêrgê û Geverê di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.    Duh danê sibehê li navenda Colemêrgê û Geverê di avêtina ser malan de 11 kes bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin. Bûrak Ecer, Mehmet Demîr, Omer Mete, Hizir Şîn, Salîh Yakin û Şukran Ozek piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê hatin berdan û Arîf Dûman, Cevher Erbaş, Rojhat Safalî, Abdûlhafiz Firtina û Zubeyîr Akgul jî sewqî dozgeriyê hatin kirin.   Welatî piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Colemêrgê hatin kirin. Dadgeriyê her pênc welatî bi şertê kontrolkirina edlî berdan.