Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin 2023-09-20 23:31:12 ÊLIH - Habîp Karakoç ê HPG'î ku li Licê di şer de jiyana xwe ji dest da, tevî hemû astengiyên polîsan jî bi girseyî hat definkirin.    Cenazeyên Habîp Karakoç (Egîd Berxwedan) û Çetîn Temel (Demhat Setkar) ên HPG'î ku di 18'ê Îlonê de li gundê Daraqolê yên Licêya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dan, gihîştin Goristana Asriyê ya li navenda bajêr. Li vir wecîbeyên dînî yên cenazeyan hat kirin. Piştî wecîbeyên dînî cenazeyê Temel ber bi Wanê ve hat birêkirin. Cenazeyê Karakoçê jî ji vir ber bi Goristana Gundê Girbareşkê hat şandin.    Polîsên ku goristanê dorpêç kirin, ragihandin ku dê ji xeynî ferdên malbatê nehêlin kes tevlî merasîma definkirinê bibe. Piştî vê ferdên malbatê ketin goristanê û cenaze defin kirin. Girseyeke qelebalix jî li derveyî goristanê sekinî. Piştî definkirin malbat û girse bi çepikan polîsan şermezar kirin.