Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin 2023-09-21 12:40:41   STENBOL - Doza Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar Ramazan Yurttapan û edîtorê wê Haydar Ergul bi sedema “hêmayên kêm” hate taloqkirin.    Li Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yurttapan, edîtorê kovarê Haydar Ergul û sê nivîskaranê kovarê de bi hinceta “heqaret li miletê tirk kiriye” doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hate lidarxistin.   Ergul û Yurttapan tev li danişînê nebûn lê parêzerê wan Ozcan Kiliç amade bû.    Kiliç xwest ku ji bo Ergul û Yurttapan biryara cihêkirinê were dayîn û daxwaza beraeta miwekîlên xwe kir.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Dozger jî xwest ku hêmayên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê, biyar da ku biryara girtinê ya derheqê Cîhan Dogan û Zulal Nazan Ustundag de bê bicihanîn û danişîna dozê taloqî 4’ê çileya 2024’an kir.