36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin! 2023-09-21 12:41:04 ÎZMÎR - Di encama êrişa polîsan a li dijî bîranîna Komkujiya Pirsûsê ya li Îzmîrê de 36 welatî hatibûn binçavkirin û doz lê hatibû vekirin. Dadgehê biryar da ku hemû welatî di heman kêliyê de parastina xwe bikin û doz taloq kir.    Bi boneya 7’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê, di sala 2022’yan de li Îzmîrê bîranîn hate lidarxistin. Polîsan êrişî beşdaran kir û 36 welatî binçavkirin. Danişîna ewil a welatiyan li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Îzmîrê hate lidarxistin. Welatî bi îdiayên “Muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 2911 a Civîn û Xwepêşandanan” û “li dijî polîsan derket” tên sûcdarkirin. Beşekê welatiyan di danişînê de amade bûn.    Parêzeran xwest ku hemû bersûc di heman kêliyê de parastina xwe bikin û ji dadgerê dadgehê re ragihand ku dê tev li danişînê nebin.    Dadger jî ev daxwaz qebûl kir û danişîna dozê taloqî 21’ê kanûna 2023’yan kir.