Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe 2023-09-22 08:59:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Talabanî diyar kir ku êrişên balafirên bêmirov û binpêkirina serweriya welat aramiya herêmê xistiye metirsiyê û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku li dijî van êriş û binpêkirinan bêdeng nebin û pêşiyê lê bigirin.   Serokê YNK’ê Bafil Talabanî di hevdîna xwe ya bi Sefîrê Fransa yê Iraqê Éric Chevalier re got;  “Êrişên balafirên bêmirov û binpêkirina serweriya welat aramiya herêmê xistiye metirsiyê û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku li beramberî van êriş û binpêkirinan bêdeng nebin û pêşiyê lê bigirin.”   Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, li Bexdayê bi Sefîê Fransa yê Iraqê Éric Chevalier hevdîtin pêk anî.    Di hevdîtinê de geşedanên siyasî û ewlekariya li Herêma Kurdistan û Iraqê, parastina aramiyê û têkoşîna li dijî hemû cûre metirsiyan hatin nîqaşkirin. Herwiha di hevdîtinê de teqeziya çareseriya bi awayek ku rasteqîn û parastina mafê welatiyan berçav hate girtin.    Li gorî daxuyaniyê, êrîşa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê û hedefgirtina hêzên Dijî Terora Kurdistanê Bafil Talebanî got: “Êrişên balafirên bêmirov û binpêkirina serweriya welat, aramiya welat xistiye metirsiyê.”   Serokê YNK’ê Bafil Talabanî bang li welatên endamên Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê û civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên balafirên bêmirov yên li Herêma Kurdistanê bêdeng nemînin, bi erkê xwe rabin û dawî li êriş û binpêkirinên serweriya welat bînin.