Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye 2023-09-22 09:01:24   ENQERE - Rojnamevan Îkram Balekanî diyar kir ku PDK li dijî gelê kurd di nava "xiyanetê de ye" û got: "PDK dê nikaribe xwe ji vî karî safî bike."    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, bi êrişên suîqestê tên li Herêma Federe ya Kurdistanê, didomin. Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan ên li Hewlêrê, êrişên suîqestê zêde bûn. Herî dawî di 18'ê îlonê de li Hewlêrê avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) rastî êrişeke çekdarî hat. Di êrişê de Nûnerê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun hat qetilkirin. Di êrişa bi SÎHA'yan a li Balafirgeha Erbet a Silêmaniyê de jî 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.    Rojnamevan Îkram Balekanî ku êrişên li herêmê nirxandin, got ku PDK ku Tirkiye wê bi kar tîne, ji ber polîtîkayên şaş di nava rûxandinekê de ye.    ÊRIŞÊN BI HEVKARIYA TIRKIYE-PDK'Ê   Balekanî destnîşan kir ku êrişên li hemberî Zap, Avaşîn û Metînayê 3 sal in bi tevkariya Tirkiye û PDK'ê didomin û got ku dewleta tirk di van êrişan de malbata Barzanî bi kar tîne. Balekanî wiha got: "Divê em vê rastiyê qebûl bikin, artêşa tikr artêşa herî mezin a duyan a NATO'yê ye û di vî şerî de çekên di warê teknolojiyê de pêşketî bi kar tîne. Nêzî 3 sal in heya ji desta tê êrişî qadên gerîlayan dike. Dagirkirina van qadan tenê naxwaze. Dixwaze Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tesfiye bike û van qadan li gorî dilê xwe dîzayn bike. Dewleta tirk van êrişan bi tena serê xwe nake. Ew û malbata Barzanî bi hevkarî tevdigerin. Dewleta tirk, PDK'ê bi kar tîne. Tew li hin cihan kincên pêşmergeyan li xwe dike û êrişê dibe ser mewziyên gerîlayan. Hêzên PDK'ê bi mehan e hewl didin têkevin qadên gerîlayan. Bi piştgiriya Tirkiyeyê, bi teknîkên herî baş ji hewayê ve êrişî herêmê dike. Lê hêzên gerîlayan bi tunelan û teknîkên şer van êrişan pûç dikin. Dewleta tirk li vir PDK'ê bi kar tîne û wan dide refên pêşî yên şer."    Balekanî bilêv kir ku PDK di nava "xiyanetê" de ye, lê belê vê yekê wekî "lehengiyê" dide der û got ku ji ber polîtîkayên şaş ên PDK'ê li Herêma Kurdistanê krîzeke aboriyê ya mezin heye. Balekanî diyar kir ku PDK piştî êrişên xwe yên bi hevkariya Tirkiyeyê teşhîr bûye û wiha got: "PDK, xwe wekî xwediyê Kurdistanê dide der. Îxaneta xwe ya li hemberî kurdan wekî lehengiyê dide der. Lê gelê kurd rûyê wê yê bera dît û polîtîkayên wê yên qirêj deşîfre bûn. Başûrê Kurdistanê 33 sal in xwedî statuyekê ye. Li gor daneyên dawî 33 milyar dolar deynên wan derket holê. Em bi eşkere dibînin ku malbata Barzanî nelirêtiyê dike. Ewqas xiyanetê dikin, lê fedî nakin di televîzyonan de bi kuştinê gefê li PKK'ê û welatparêzên ji PKK'ê bawer dikin dixwin."    'PDK ZIRARÊ DIDE RUHÊ YEKITIYÊ'    Balekanî destnîşan kir ku PDK zirarê dide ruhê yekitiyê. Balekanî anî ziman ku PDK hildiweşe û ji bo xwe ji vê rewşê xelas bike êrişî PKK'ê dike. Balekanî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Malbata Barzanî, başûrê Kurdistanê talan kiriye. Tevî Kerkûkê ji sedî 52'yê xaka başûrê Kurdistanê û sînorên petrol û gumrukê radestî Iraqê kir. Ketine rewşeke wiha ku Mesrûr Barzanî ji bo alîkariyê bang li Serokê DYA'yê kir. Malbata Barzanî dixwaze vê rûxandinê têxe stuyê hin kesên din. Lewma dixwaze şer çêbibe. Ger wiha bibe, dê PKK'ê wekî hincet bide der û dê bibêje ji ber şerê bi PKK'ê re statuya wan hilweşiyaye. Lê gelê Kurdistanê her tiştî dibîne. PDK dê bi van dek û dolabên erzan nikaribe xwe ji vî karî safî bike."    MA / Hakan Yalçin