Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin 2023-09-22 09:46:58   STENBOL - Li Stenbolê û Îzmîrê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin.    Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) li ser hesaba xwe ya fermî ya X’yê ragihand ku muwekîlên wan Hacer Elçîn, Ozgur Tosûn, Anil Kaplan, Hatîce Aksû, Ozcan Barçin û Arda Ozdogan di saetên serê sibê de bi serdegirtina malan de ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û derbarê muwekîla wan Semîha Şahîn de jî biryara binçavkirinê heye. Hate diyarkirin ku Gulçîn Aykûl jî li Îzmîrê hatiye binçavkirin û anîne Stenbolê.    EHB’ê, da zanîn ku di serdegirtinan de kompîtûr û telefon hatine desteserkirin, hate ragihandin ku di çarçoveya beyanên îtîrafkar Onûr Demîr de operasyon hatiye kirin.