Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin 2023-09-22 10:57:27   MÊRDÎN - Ramazan Îldem ê berdana wî 3 mehan hatibû taloqkirin piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan û hat bajarê xwe Mêrdînê. Îldem ê hat pêşwazîkirin wiha got: “Em her roj xwe bêtir bi rêxistin bikin. Yekitiya xwe ava bikin.”   Ramazan Îldem ê di sala 1993’yan de li navçeya Qosera Mêrdînê hatibû binçavkirin divê di meha tirmehê de bihata berdan lê belê înfaza wî ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK) hate şewitandin. Îldem duh ji Girtîgeha Bafraya Samsûnê ya Tîpa T'yê hate berdan. Îldem piştî ku hate berdan, derbasî Stenbolê bû û îro serê sibê bi balefirê derbasî bajarê xwe Mêrdînê bû. Rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER), Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş Altin, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kesan ve bi dahol, zirne û gerandina govendê Îldem pêşwazî kirin.    SERFIRAZIYA BI HEZKIRINEKÎ MEZIN   Îldem ê li ber balefirgehê hat pêşwazîkirin axivî û wiha got: “Ez dixwazim ev pêşwazîkirin tenê li vir nemîne. Bendewariya me ew e ku em her roj xwe bêtir rêxistin bikin. Yekitiya xwe ava bikin. Bi hezkirinekî mezin serfiraziya xwe ava kirin peywira me ye. Zilm wekî li hundir, li derve jî heye. Dema ku caran hevalên me diçin nexweşxaneyê, neçar dimînin ku bêpêlav biçin. Wekî Serokê xwe em hemû di bin tecrîdê de ne. Ji ber vê yekê ji bo civaka xwe divê em xwe rêxistin bikin, ji bo têkoşîna xwe em têkoşîna xwe bidin, em hemû karê xwe bikin."   Îldem piştre bi girseyî derbasî mala dayika xwe ya li navçeya Qoserê bû.    DI 30 SALAN DE 8 GIRTÎGEH   Îldem di meha tîrmeha sala 1993’yan de hê 22 salî bû, hate binçavkirin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Yekitî û Yekparbûna Dewletê Xirakirinê” cezayê muebatê da Îldem. Îldem di destpêkê de li Girtîgeha Mêrdînê hat ragirtin û bi dorê li girtîgehên Bartin, Amed, Yozgat, Mêrdîn, Erzirom, Bartin û Bafrayê hat ragirtin. Îldem ê diviya di 4’ê Tîrmehê bihata berdan, berî berdanê înfaza wî hatibû şewitandin û berdana wî hatibû taloqkirin.