Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin 2023-09-22 13:39:14   ENQERE - Der barê rojnamevan Sedat Yilmaz ê girtî de 44 rûpel îdianemeya ku 41 rûpelê wê ji îfadeyên “KCK û şahidê veşarî” pêk tê hat amadekirin. Ger, mayîna li hotêlan, hevdîtinên telefonê, şopandina malperên nûçeyan, razandin û nerazandina pereyê ji bo hesabê Yilmaz kirin mijara sûc.     Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Sedat Yilmaz jî di nav de 5 kes hatibûn girtin. Lêpirsîn derbarê 49 kesan de hatibû destpêkirin. Ji bo lêpirsîn temam bibe îdianame di 18’ê tîrmehê de hatibû amadekirin û dozger şandibû 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê. Dadgehê îdianameyê qebûl nekir û di 27’ê tîrmehê de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê vegerandibû.    Dadgehê di hinceta vegerandina îdianameyê de diyar kiribû ku di navbera yên binçavkirî ango girtî de tu girêdanek hiqûqî û fiîlî nîne û tevî vê yekê jî lêpirsîn bi komî hatiye destpêkirin û birêvebirin, ev rewş wê di pêvajoya darizandinê de bibe sedemê gelek zehmetiyan. Dadgehê ji dozgeriyê re got îdianameya bi komî hatiye amadekirin û xwest ku li gorî kes û li gorî îdiayê bê amadekirin.    Tevî ku dozgeriyê îtîrazî vê yekê kir jî lê dadgehê îtîrazê red kir. Dozgeriyê li ser vê yekê di 6’ê îlonê de der barê rojnamevan Sedat Yilmaz de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “avakirin û rêvebirina rêxistinê” îdianameyek cuda amade kir.    ÎDIANAME ŞANDIN AMEDÊ    Îdianameya hat amadekirin pêşkêşî heman dadgehê hat kirin. 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê diyar kir ku îdiayên di doznameyê de cih digirin li Amedê pêk hatine û ji ber vê yekê pêwîstî pê dît ku dozname bişînin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û li ser vê yekê biryar hat dayîn û di 21’ê îlonê de îdianame şand Amedê.    HEMAN ŞAHID    Îdianameya der barê Yilmaz de hat amadekirin ji 44 rûpelan pêk tê. Ji van 44 rûpelan jî 41 rûpel ji danasîna PKK û KCK’ê û îfadeyên şahide veşarî û şahidê eşkere pêk tê. Îdianameya Yilmaz de jî şahidên navên wan eşkere Kerem Gokalp, Samî Baran û Ûlaş ku di îdianameya doza girtina HDP’ê û Doza Kobanê de jî cih digirin pêk tê. Her wiha şahide veşarî bi navê “K8Ç4B3L1T5” ku di îdianameya xebatkarên MA’yê, JINNEWS û Yenî Yaşamê de cih digire, xistine dosyeya Yilmaz. Li ser beyanên şahidê veşarî Yilmaz ji midûriya nûçeyan a li MA’yê sûcdar kirin e.    AXAFTINA DI NAVBERA ROJNAMEVANAN DE JÎ KIRIN SÛC!   Di îdianameyê de cih dan qeydên HTS’ê yên nimreyta telefona Yilmaz. Di îdianameyê de hewl tê dayîn ku hevdîtin û axaftinên Yilmaz ên li gel xwişka wî Fîlîz Yilmaz, rojnamevan Dîcle Muftuoglû (ku bi Sedat re girtî ye), Mehmet Alî Ertaş û Ozgur Paksoy û bi gelek siyasetmedaran re kirine mijara sûc. Di îdianameyê de cih nedane naveroka hevdîtinan. Di îdianameyê de tê gotin ku qeyda 2 hezar û 176 caran geriyaye û li wî geriyane ya Sedat Yilmaz hatiye tespîtkirin. Hemû navên navên rojnamevanên navborî tevî ku li Amedê dimînin jî lê di îdianameyê de tê îdiakirin ku telefonan hemû ji istasyona bazê sinyal girtiye û ev yek jî kirine mijara sûc.    BÛYER Û ÇALAKÎ NÎN E LÊ TAWANBARÎ HEYE    Di îdianameyê de tu cih nedane hûrguliyên sînyalên bazê. Her çiqas tu bûyer û çalakî nebe jî lê di îdianameyê de tê gotin ku Sedat Yilmaz li ser navê çalakî û faliyetên rêxistinê van hevdîtinên telefonê pêk aniye.    MAYÎNA LI HOTÊLÊ JÎ KIRIN SÛC?    Ji ber ku sînyala telefona Yilmaz di 20’ê îlona 2014’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê daye jî ev yek wek “sûc” hat lansekirin. Yilmaz jî wek her rojnamevanekî li ser xeta sînorê Pirsûs û Kobanê geşedanên têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li Kobanê dişopand. Çûna Yilmaz a ji bo şopandina geşedanan bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştevaniya bi YPG’ê re girêdan. Lê belê di îdianameyê de cih nedane tu çalakî û şahiyên ku Yilmaz beşdar bûye. Di îdianameyê de hotêlên ku Yilmaz lê maye jî wek sûc hat nirxandin. Di îdianameyê de tê gotin ku Yilmaz li hotêlên ku kesên nêzî rêxistinê li wir mane û dixwazin Yilmaz bi viya sûcdar bikin. Lê belê derbarê wan kesan de tu agahî nehatiye dayîn, ew kes kî ne, çi kes in û çend kes bûne û Yilmaz bi wan re çawa têkilî daniye.    RAPORA MASAKÊ    Di doznameyê de cih dan rapora MASAK’ê jî ya der barê Yilmaz de. Her çiqas Sedat Yilmaz zêde li ser razandina pere û nerazandina pereyên bo bankê neşixûlî be jî lê bi kar û barên bankayê hat sûcdarkirin. Hat gotin ku Yilmaz li ser navê rêxistinê xebatên “veşarî” yên “rêxistinê” li bankayan kiriye.    PARVEKIRIN TUNE YE LÊ SÛC HEYE    Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Sedat Yilmaz li ser heabê xwe yê Facebookê parvekirinên li gorî nêrîn û bîrdozaiya PKK/KCK û PYD/YPG kiriye û malperên ku nêzî PKK-KCK’ê ne şopandiye û ev yuek jî kirin mijara tawanbariyê. Her çiqas Yilmaz parvekirinên bi vî rengî nekiribe jî lê bi parvekirinên li ser Facebookê tê tawanbakirin.    MA / Mehmet Aslan