Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin 2023-09-22 17:27:38   ŞIRNEX - Cenazeyê Denîz Bulbul ê li Hewlêrê hat qetilkirin, 5 saet in li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê sekinandin.    Cenazeyê Denîz Bulbul ku di 18'ê Îlonê de di êrişa li hemberî nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a li Hewlêrê de hat qetilkirin, piştî merasîma li Hewlêrê ber bi bajarê wî ve hat birêkirin. Girseya ku parlementerên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal û Kamûran Tanhan û Dayikên Aştiyê di nav de, ji bo pêşwazîkirina cenaze çûn ber deriyê sînor.   Cenaze ku li deriyê sînor ê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin hat sekinandin, paşê ji bo otopsiyê ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ve hat şandin.    Cenazeyê Bulbun nêzî 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin.