Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze 2023-09-22 22:51:32   STENBOL – Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek ku di Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Çehîdên Çapemeniya Azad de axivî, got ku Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze.    30'yemîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad yên bi pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê tên lidarxistin, li Daîreya Marbirînê ya Şaredariya Kadikoyê hatin dayîn. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Cengîz Çîçek, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, Parlementerên Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder, Ayşegul Dogan û Çîçek Otlû, Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Dayik û Mirovên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şehîdên Çapemeniyê, kurê Mûsa Anter nivîskar û rojnamevan Dîcle Anter û gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî merasîma xelatdayînê bûn. Li hêwana merasîmê wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz û rojnamevanên hatine qetilkirin û pankarta "Rastî dê di tariyê de nemînin" hatin daliqandin.    Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Ewilî Hevberdevkê HDK'ê û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Cengîz Çîçek axivî. Çîçek ku got "Çapemeniya Azad dengê serîhildan û heqîqetê ye" bang li her kesî kir ku piştevanê çapemeniya azad bin û rojnamevanên girtî silav kir.    Çîçek bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got ku gotinên rojnamevan Mervan Yanardag ên der barê tecrîda li Îmraliyê de bibîr xistin û got: "Yanardag ji be rku bal kişand ser rastiyekê hat girtin. Çapemeniya Azad di heman demê dibêje gere em li cem rastiyê bin. Her wiha Çapemeniya Azad li dijî kesên ku li hember tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin jî, xwedî roleke teşhîrker e. Lewma bû nefereke çavnetirs ê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd."    Paşê bi dorê edîtora Kovara Jînê ya Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Urun, Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, kurê Mûsa Anter Dîcle Anter û Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû axivîn. Piştî axaftinan ji hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Baran Bozyel çû ser dikê.    Piştî stranên hunermend Baran Bozyel dê xelat bên dayîn.    XELAT HATIN DAYÎN   Di pêşbaziyê di warê "Nûçeya Tirkî", "Nûçeya Kurdî", "Wêne", "Karîkatur" û "Rojnamevaniya Jinê" de ya ji bo bîranîna Gûrbetellî Ersozê, pên xelat hatin dayîn.    Ji bîanetê Ferîd Demîrel bi nûçeya xwe ya bi sernavê “Fermandarê rêxistina Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye” xelata yekemîniyê ya "Nûçeya Kurdî" wergirt.    Edîtorê MA'yê Abdûrrahman Gok ê girtî jî bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Ez li Rojhilat û Îranê me ku 'jin, jiyan, azadi'yê ragihandin cîhanê: Hêviya Îraneke nû" xelata yekemîniyê ya "Nûçeya Tirkî" wergirt. Li ser navê Gok, Midûra Karên Nivîsê ya MA'yê Dîren Yûrtsever xelatê wergirt.   Ji Yeşîl Gazeteyê Metîn Yoksû jî bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Piştî Şirnexê Sêrt: Bi daxwaza cendirmeyan qadeke daristanê ya herî kêm 60 kîlometre hat qirkirin" Xelata Taybet a Juriyê wergirt.    Ji Yeşîl Gazeteyê Dîlan Pamûk jî bi nûçeya xwe ya bi ser navê "Li Yataganê li ser sûc hatin zevtkirin: Şîrket biryara darazê ya der barê madenê de ji nedîtî ve tê" Xelata Juriyê ya Tyabet stand.    Ji Rojnameya BîrGunê Îsmaîl Ari nûçeya xwe ya bi sernavê "Gel jehrî kirine" Xelata Juriyê ya Taybet girt.   Rojnamevan Nazîla Maroûfanî ku hevpeyvîn bi bavê Jîna Emîniyê re kir, xelata yekemîniyê ya Nûçegihaniya Jinê ya Gûrbetellî Ersozê wergirt.    Di warê karîkaturiyê de Erhan Yaşar bû yekemîn. Ardil Batmaz jî di warê wêneyan de xelata yekemîniyê wergirt.    Xelata Taybeta Juriyê ya di warê wêneyan de jî Efekan Akyuz wergirt. Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman Remziye Alpaslan Xelata Taybet a Juriyê da Akyuz. Her wiha MEBYA-DER jî ji ber xebatên xwe yên ji bo kesên ji aliyê dewletê ve hatine qteilkirin liyaqî Xelata Rûmetê hat dîtin. Hevseroka MEBYA-DER'ê Semra Akkoçê xelatê wergirt. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder xelata pêşkêşî Akkoçê kir.