'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne' 2023-09-23 09:03:15   RIHA - Serokê Navenda Koçberiyê yê Baroya Rihayê Serhat Hîcrî bi lêv kir ku sedema êrişên nıjadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne û got ku NY û YE jî ji bo penaber koçberî Ewropa nebin xwe ji bo binpêkirinên mafan ên li dijî penaberan re li bêdengiyê datînin.    Dewletên hegemon ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn şer pêş dixin û ev şer jî dibe sedem ku mirovên li herêmê dijîn ji cih û warên xwe koçber bibin. Her sal gelek kes li Rojhilata Navîn koçberî dervayî welêt dibin. Li gor daneyên 2022'yan ên Komîsertiya Bilind (UNHCR) a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) 108,4 milyon kes ji cih û warê xwe koçber bûye. Li Rojhilata Navîn piranî kes koçberî Tirkiyeyê dibin. Li Tirkiyeyê li gor daneyên fermî 4,9 milyon penaber hene û nezî 2 milyon jî yên neqeydkirî tên texmîn kir. Ji ber polîtikayên şer ên Tirkiyeyê kesên ku neçar dimînin ku li Suriyeyê koçberî Tirkiyeyê bibin jî ji ber nijadperestiya li dijî wan li Tirkiyeyê jî jiyana wan di xetere de ye.     Serokê Navenda Koçberiyê yê Baroya Rihayê Serhat Hîcrî der barê êrişên nijadperêst ên li dijî penaberan de ku van demên dawî zêde bûne axivî  û bi lêv kir ku sedema êrişan polîtikayên bê cezahikirinê ne.    'POLÎTIKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ'   Hîcrî tekildarî mijarê anî ziman ku polîtikayên bê ceza hiştinê rê li pêşya êrişên nijadperest ên li dijî penaberan vedike û wiha got: "Taybet li ser medyaya sanal wêne û dimênên penaberan bêyî destûra wan tên kişandin û li ser wan platformê li dijî wan êrişeke nijadperest tê destpêkrin. Lê tevî ku ev yek sûc be jî der barê kesên ku wan sûcan pêk tînin de tu lêpirsîn nayê destpêkirin. Ev jî rê li ber êrişan vedike. Taybetî jî di van demên dawî de siyasetmedar ji bo deng bistînin penaber weke hedef nîşan dan û ev yek jî bû sedem ku di nava civakê de êrişên li dijî pênaberan bê dest pêkirin. Li çend cihan gelek penaber ji ber van êrişan hatin qetilkirin lê der barê qetilkirina wan de tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Gelek penaber rastî îşkence hatin lê ji ber ku ev îşkence nehatin cezakirin sûcên li dijî penaberan jî hê zêde bûn."   'MAFÊ PENABERAN A GEŞTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN'   Hîcrî bi domdarî bal kişand ser biryara Serokatiya Îdareya Koçberiyê ku ragihandibû 'divê penaberên ku qeydên wan ne li Stenbolê ne û Stenbolê dijîn divê heta 24'ê îlonê biçin cihe ku qeyda wan lê ye' û der barê wê biryarê de ev tişt gotin: "Li gor hevpeymanên Navneteweyî mafê penaberan a geştiyê heye. Lê bi vê biryarê ev maf tê binpêkirin. Heke penaberek qeyda wî li Rihayê be û nekarê li vir debara xwe bike dikarê biçe Stenbolê û li wir kar û xebatên xwe bike. Tevî ku ev mafê penaberan heye jî Tirkiye vê mafê nasnake. NY û saziyên Ewropa jî ji ber ku li Tirkiyeyê re tavîz danê li dijî binpêkirinên van mafan bêdeng dimînin."    'TAWÎZÊN NY Û EWROPA'   Hîcrî diyar kir ku Tirkiye penaberan li dijî Ewropayê weke tehdît bi kar tînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ewropa jî ji bo pêşî li derbasbûna penaberan li Ewropayê bigrê hemû pinpêkirinên mafan ku li dijî penaberan pêk tên re bêdeng dimîne. Di sala 2019'an de di navbera Tirkiyeyê û Ewropayê de aloziyek derket. Li ser vê aloziyê Tirkiye deriyên sînor vekir. Piştî ku Tirkiye derye sînor vekir bi hezaran penaberên ku xwestin li ser Yunanîstanê derbasî Ewropa bibin li wir rastî binpêkrinên mezin hatin. Li ser vê yekê NY û Ewropayê tavîz dan Tirkiyeyê. Tavîza yekem di sala 2018'an de mafê diyarkirina statûya penaberan ku giredayî Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY bû ji Seroktiya Îdareya Koçberan a Tirkiyeyê re hat giredan. Piştî vê tavîze binpêkrinên li dijî penaberan jî destpêkir. Piştî vê tavîze NY ji hemû binpêkirinên li dijî mafê penaberan re bêdeng ma."   'PENABER BI DARÊ ZORÊ TÊN QEWIRANDIN'   Hîcrî destnîşan kir ku penaber bi awayekî li dijhiqûqî bi dara zorê ji Tirkiyeyê tên qewirandin û ev tişt anîn ziman: "Li gor peymana Cenewrê û navneteweyî heke pirsgireka jiyanê ya penaberan li welate ku koçber bû ye hebe tu kes nikarê bi zorê we/î kese bişîne wî welatî. Lê tevî ve yekê jî em agahdarin ku gelek penaberên Suriyeyî bi dara zorê li cihên weke Efrîn û Grê spî ku di destê hezên paramîrîter dane. Armanca Tirkiye yek jî ev ê ku taybetî demografiya wan bajarên kurdan biguherîne. Lê ji ber ku pirsgirêka jiyanî ya penaberan li wan bajaran heye tu mafê Tirkiyeyê tune ye ku wan bi dara zorê bibe li wir bi cih bike. Herî dawî jî qestî ku me bihîstiyê li Azezê nezî 100 xanî hatine çekirin û dixwazin penaberan bibin li wir bi cih bikin. Lê penaber naxwazin biçin wan cihan. Dibe ku dîsa bi darazorê penaberan bibin li wir bi cih bikin."   'PENABER DITIRSIN KU GILÎ BIKIN'   Hîcrî di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku penaber ji ber tirsa qewirandinê li dijî binpêkirinên mafên wan gilî nakine û wiha pê dê çû: "Ji ber ku me çend caran dît. Penaberên ku li dijî binpêkirinên mafan derten û gilî dikin. Ji bo derbarê giliya wan de lêpirsîn bê destpêkirin derbarê wan de lêpirsîn tê destpêkirin û wan bi zorê derdixin dervayî sînor. Ji ber wê jî penaber ditirsin ku gilî bikin. Li Hewagê li dijî penaberan çalakî hat li darxistin û lê derbarê yên ku ev çalakî li darxistinê de tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Lê dema penaber gilî dikin ev sûcdar dertên."   BANGAWAZÎ   Hîcrî di dawiya axaftina xwe de nî ziman ku ji bo pêşî li binpêkirinên li dijî mafê penaberan bê girtin divê saziyên hiqûqê di nava tevgerê de bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê ji bo kesên ku li dijî penaber êrişên nîjadperest dikin bên ceza kirin. Ji bo kesên ku êrişên nîjadperest dikin bên cezakirin jî divê taybetî Baro û hemû saziyên hiqûqê di nava hewldanan de bin. Heke Baro li dijî van êrişan bêdeng bimînin hemû  kes wê bêdeng bibin. Ji ber wê jî divê taybetî Baro li dijî van êrişên deng derbixin."   MA / Mahmût Altintaş