Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe 2023-09-23 11:54:26 RIHA - Sitki Kurtoglû di danişîna yekem a Adle Samûr ku li Pirsûsê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û di danişîna yekem a hatiye berdan de, parastina bi kurdî kir. Kurtoglû destnîşan kir ew rastî derb û gefên cendirmeyan hatiye lê belê dadgehê bi gotina “Derewan neke, tişta wisa nabe” ev gotin nexist nava girtekan.    Sitki Kurtoglû di Mezraya Karacûrûn a girêdayî taxa Mishecerk a navçeya Pirsûsa Rihayê, piştî pevçûna di navbera leşkeran û Sitki Kurtoglû yê dihat îdiakirin ku PKK’î ye, 7 kes hatin binçavkirin. Di operasyona binçavkirinê ya 2’yê adarê de hatibû kirin de Mehmet Samûr û hevjîna wî Adle Samûr rastî îşkence û muameleya xirab hatibûn.    Têkildarî bûyerê danişîna ewil duh li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hate lidarxistin. Di danişînê de Reşat Demîrkol, Sitki Kurtoglû, Adle Samûr, Mehmet Samûr û herwiha parêzer amade bûn. Piştî nasname hatin diyarkirin, belgeyên ser dosyeyê hatine zêdekirin hatin xwendin. Sitki Kurtoglû, Adle û Mehmet Samûr bi riya wergervan parastina xwe bi kurdî kirin.     ‘ÎŞKENCE LI MIN KIRIN’   Kurtoglû parastina xwe kir û sûcdariyên lê hatine kirin red kir. Reşat Demîrkol jî sûcdariyan red kir û beraeta xwe xwest. Adle Samûr destnîşan kir ku di pêvajoya lêpirsînê de rastî îşkenceyê hatiye û wiha axivî: “Bi şîşikê li mil û laşê min xistin. Bi daran lingê min ê platîn tê de ye, xistin.” Samûr sûcdariyên lê hatine kirin red kir û beraeta xwe xwest. Mehmet Samûr jî destnîşan kir ku ew jî di pêvajoya lêpirsînê de rastî îşkenceyê hatiye û got: “Rûmeta me xistin bin piyan. Gelek îşkenceyên xirab li me kirin. Sedema neaxaftina min ya di pêvajoya lêpirsînê de, îşkenceya kuştinê ya min dîtî, bû.” Piştî parastinan parêzeran jî anîn ziman ku delîlên hatine komkirin bi awayê derhiqûqî hatine komkirin û berdana muwekîlên xwe xwestin.      ‘JI BER PARASTINA BI KURDÎ HATIM DERBKIRIN’   Dozger xwest ku girtina kesên tên darizandin berdewam bike. Piştî daxwaza dozger, navber hate dayîn. Bi qedîna navberê Sitki Kurtoglû parastina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Dixwazim tiştekî di navberê de qewimiye ragihînim. Leşkerên tirk ên em birine jêr, ji ber ku min parastina xwe bi kurdî kir heqeret li min kirin, ez derb kirim û gef li min xwarin. Ewlehiya canê min nîn e. Ger tiştek were serê min, berpirsyar dadgeh e.” Serokê dadgehê bertek nîşanî gotinên Kurtoglû da û wiha axivî: “Derewan nekin, tişta wisa nabe.” Serokê dadgehê nehişt gotinên Kurtoglû têkeve girtekên danişînê.   ‘EM HELWESTA ‘LEŞKERÊ MIN ÎŞKENCEYÊ NAKE’ XELET DIBÎNIN’    Parêzer Hidayet Enmek ku bertek nîşanî helwesta serokê dadgehê da wiha axivî: “Vê helwesta dadgehê zerar da baweriya me ku wê darizandineke adil li dadgehê bê kirin.” Li ser serokê dadgehê anî ziman ku gelek kesan parastina bi kurdî û erebî kiriye, Enmek wiha got: “Em difikirin ku ji bilî Sitki Kûrtoglû bikurdî axivî, ji ber li dadgehê bi awayekî vekirî got PKK’yî ye rastî êrişa leşkeran hatiye. Ji destpêka vê dosyayê malbata Samûr rastî îşkenceyeke giran hat, îşkenceyê di pêvajoya lêpirsînê de li dozgeriyê berdewam kir.”   Beyî axaftinên Kûrtoglû û Enmek bên qeydkirin, danişîn hate berdewamkirin.    ‘GEF LI ZAROKÊ MUWEKÎL JÎ HATIN XWARIN’    Li dijî mutaalaya dozgeriyê ya têkildarî berdewama girtina wan, Reşat Demîrkol û hevjînên hev Adle û Mehmet Samûr daxwaza berdana xwe kirin. Parêzerê Mehmet û Adle Samûr, Alî Arslan diyar kir ku ji ber zarokê muwekîlên wî tev li PKK’ê bûye bûne hedef û wiha got: “Duh leşker çûn mala Mehmet Samûr. Ji ber Mehmet Samûr û hevjîna wî hatine girtin, zarokê wan Fadil li Osmaniyeyê karê xwe berdan û hat evir. Leşkeran gef li zarokê muwekîlên min jî xwarin.” Arslan ê ‘rêgeza kesayetî ya sûc’ bi bîr xist daxwaza beraetê ya muwekîlên xwe kir. Parêzerên pişt re mafê axaftinê wergirtin jî gotin rewşeke ku girtinê hewce bike nîne û daxwaza berdana muwekîlên xwe kirin.    ADLE SAMÛR HATE BERDAN   Şandeya dadgehê ya piştî navberê biryara xwe aşkere kir, ji ber dema binçavkirin û girtinê ya Adle Samûra girtî, xwediyê îkametgaheke binecih e, gumana wê ya delîlan ji holê rabike tune ye bi şertê kontrola edlî Adle Samûr berda û biryar da ku girtina Sitki Kûrtoglû, Reşat Demîrkol û Mehmet Samûr jî cuda cuda berdewam bike. Dadgehê danişîn taloqî 15’ê kanûnê kir.