ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne 2023-09-23 15:31:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên di pêşengtiya ÎHD'ê de bi armanca piştevaniya Dayikên/Mirovên Şemiyê hatin kirin de peyama "Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne" hate dayîn.    Dayikên Şemiyê bi daxwaza xizmên wan yên di bin çavan de hatine windakirin werin dîtin û faîlên wan werin darizandin her heftê roja şemiyê li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixin. Ketina Qada Dayik/Mirovên şemiyê tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) tê astengkirin. Li gelek bajaran astengkirina qadê bi daxuyaniyên çapememiyê hatin şermezarkirin.    Şaxa ÎHD’a Şirnexê ji bo piştgirî bide Dayikên Şemiyê li navçeya Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Partiya Çepên Kesk, Baroya Şirnexê û nûnertiya  TÎHV’ê  tevl daxuyaniyê bûn. Daxuyanî di eywana avahiya ÎHD’ê de hat hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye" Bila winda werin dîtîn faîl werin darizandin" hate vekirin.    Rêveberê Şaxa ÎHD'a Şirnexê Devran Kara daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê vê hefteyê de aqûbeta Yahya Yakut hat pirsîn û ev tişt hatin gotin: "Çiqas sal ser derbas bibin jî, ji bo Yahya Yakut em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqî tevbigere û em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin.”    Şaxên ÎHD’ê yên Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Riha û Dîlokê jî bi daxuyaniyeke hevpar astengkirin û binçavkirina Dayikên Şemiyê şermezar kirin.