‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’ 2023-09-24 10:42:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku Bexda tu daxwazên dewleta tirk qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne û wiha got: “Em ne alîgirên şer in lê heke PDK hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bidomîne dê şer biqewime.”  Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik têkildarî geşedanên heyî ji bo Shar Pressê re axivî ku li başûrê Kurdistanê weşanê dike. Bayik anî ziman ku PDK alaya başûrê Kurdistanê ji bo nixumandina dagirkeriya dewleta tirk bi kar tîne û ev tişt anî ziman: “Heke PDK vê hevkariya bi dewleta tirk re dewam bike, em ne alîgirê wê jî bin wê şer biqewime.”   ‘PDK QADÊN GERÎLAYAN JI DEWLETA TIRK RE RADIGIHÎNE’   Di berdewamê de Bayik destnîşan kir ku divê gelê kurd têkiliyên di navbera malbata Barzanî û dewleta tirk de baş nas bike û ev nirxandin kir: “Têkiliya malbata Barzanî ya bi dewleta tirk re li ser esasî kirêgirtinê ye. PDK bi her awayî piştgiriyê dide artêşa dewleta tirk. PDK ji bo dewleta tirk cih tespît dike, qadên ku tespît kiriye ji dewleta tirk re radigihîne û piştgiriya lojîstîkî dide wan. Li ser qadên gerîla îstîxbaratê dide.”   ‘PIŞTÎ HEVDÎTINA BI FÎDAN RE PIŞTGIRIYA BARZANIYAN ZÊDETIR BÛ’   Bayik, hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a bi malbata Barzanî re bi bîr xist ku beriya demeke nêz hatibû kirin û diyar kir ku piştî vê hevdîtinê piştgiriya Barzaniyan a ji bo dewleta tirk zêdetir bûye. Bayik, wiha domand: “Tiştekî ecêb e. Bexda daxwazeke bi tenê ya dewleta tirk qebûl nake lê Barzaniyan hemû daxwazên dewleta tirk bi cih anîn.”   ‘PDK JI BO PARASTINA LEŞKERÊN TIRK ALAYA BAŞÛR BI KAR TÎNE’   Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik got ku PDK ji bo parastin û veşartina leşkerên dewleta tirk alaya başûrê Kurdistanê bi kar tîne û wiha axivî: “Bûyerên li Biradost û Sîdekanê diqewimin, dewama êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Xuya ye bûyerên li Biradostê diqewimin encamek ji hevdîtina Hakan Fîdan û Barzaniyan e.”   ‘BI ÊRIŞÊN XWE DIXWAZIN YNK’Ê JÎ MÎNA PDK’Ê BIKIN ŞIRÎKÊ DEWLETA TIRK’    Bi domdarî Bayik bal kişand ser êrîşa dewleta tirk a li dijî Balafirgeha Erbetê ya Silêmaniyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Armanca dewleta tirk a ji êrişa li ser Balafirgeha Erbetê ew e ku xelkê Silêmaniye û Soran bitirsîne.  Çawa ku bi piştgiriya PDK'ê herêma Behdînanê bûye navenda MÎT'ê û dewleta tirk, bi tirsandina xelkê Silêmaniye û Soran jî dixwazin vê qadê bixin bin kontrola MÎT'ê. Li aliyê din, bi tirsandinê dixwazin YNK'ê jî mîna PDK'ê bikin şirîkê dewleta tirk. Xelkê Silêmaniye û Soran dest ji xeta welatparêziyê bernedane. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk bi israr êrişî Silêmaniye û Soran dike. Em heta dawiyê pê bawer û piştrast in ku xelkê Silêmaniye û Soran wê li ser welatparêziyê bi biryar bin.”