Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin 2023-09-24 10:43:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bajarên Wan, Erzirom, Qers, Meletî, Trabzon, Kayserî û Sêwasê hişyariya barana zêde hate kirin.    Gerînendetiya Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya 24’ê îlonê weşand. Midûriyetê ji bo bajarên Wan, Erzirom, Qers, Meletî, Trabzon, Kayserî û Sêwasê hişyariya barana zêde kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku germahiya hewayê dê li gorî demsalê germtir bibe.