Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn 2023-09-24 12:51:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê êrişî kolberan kir. Di encama êrişê de 3 kolber birîndar bûn.    Li gorî nûçeya Kolbernewsê; hêzên rejîma Îranê şevê din li ser sînorê Hewremanê gule li kolberan reşandin. Di êrişê de 3 kolber birîndar bûn. Hat zanîn ku di êrişê de kolberê bi navê Sebah ê ji gundê Helwîjan ê Merîwanê û yê bi navê Kenan Tebasîde yê ji Merîwanê birîndar bûne.    Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di 20’ê îlonê de li ser sînorê Baneyê jî kolberê bi navê Ferîd di encama gulebarana hêzên rejîmê de bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.