Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin 2023-09-24 13:08:20   ŞIRNEX - Dorpêça leşkerî ya li ser gundê Bana ya Basayê didome. Bû 12 roj ku şêniyên gund nikarin biçin nav baxçeyên xwe û avdanê bikin.    Gundê Banayê yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê zêdetirî 2 meh in di bin dorpêça leşkerên dewleta tirk de ye. Ketin û derketina ji gund hatiye qedexekirin. Lewma welatiyên ku debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin, rojên zehmet derbas dikin. Hat zanîn ku şêniyên gund bû 12 roj ku nikarin biçin nav bax û baxçeyên xwe û avdanê bikin.    Di heman demê de şêniyên gund ji ber dorpêça leşkerî nikarin pezê xwe bibin çoltêra gund û neçar dimînin ku li hundirê gund biçêrînin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Walîtiya Şirnexê di 14’ê îlonê de li 5 herêmên girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê ji bo 15 rojan biryara qedexeya ketin û derketinê ragihandibû. Yek ji wan herêman jî gundê Bana yê navçeya Basayê ye. Gund, zêdetirî 2 meh in di dorpêça leşkeran de ye. Ji ber dorpêçê, gundiyan nekarîn sewalên xwe xwedî bikin, ji birinc heta gelek tiştên din ên şêniyan çandin jî hatin bombebarankirin û şewitandin. Ji ber dorpêç û bombebaranê, ziyanên mezin ên madî gihiştin şêniyên gund.