Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da 2023-09-25 08:37:01 RIHA - Kubra Çoban (14) a di pîrozbahiya piştî hilbijartinên Serokkomariyê de li Rihayê gule bi serî ket, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Kubra Çoban (14) a di pîrozbahiya piştî Tayyîp Erdogan ê AKP’î jinûve hate hilbijartin de li Rihayê hatin lidarxistin gule bi serî ket, jiyana xwe ji dest da. Çoban a di pîrozbahiyên şeva 28’ê gulanê de li Taxa Eyyupnebî ya girêdayî navçeya Eyyubiyeyê hatin lidarxistin de birîndar bû, 120 roj bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê dihate ragirtin. Çoban, di pêvajoya dihate dermankirin de 3 caran emeliyat bû. Çoban duh li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku cenazeyê Çoban dê îro were veşartin.    Di heman pîrozbahiyan de li Rihayê gule bi 5 kesan ketibû û Emîrhan Gergîl ê 14 salî di 1’ê hezîranê de li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest dabû.