Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike 2023-09-25 09:05:34   MEREŞ - Partiya Çepên Kesk dê têkildarî bajarên Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê ku ji erdhejê bi bandor bûbûn rapora çavdêriyê amade bike û piştî vekirina Meclisê dê bi rayagiştî re parve bike.    Partiya Çepên Kesk di navbera 18 û 21’ê îlonê de serdana bajarên Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê ku ji erdhejê bi bandor bûbûn kirin. Şandeyên ku Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin di nav de bi sedan kesan re rûbirû hevdîtin kirin û bi rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyên sivîl ên civakî re hatin bahev. Di çarçoveya serdanê de serdana gundan û taxan hate kirin û pirsgirêkên ku gel dijî di cih de hatin tespîtkirin. Hate diyarkirin ku têkildarî her çar bajaran dê rapora çavdêriyê bê amadekirin û piştî vekirina Meclisê rapor dê bi rayagiştî re bê parvekirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş Altin û Mehmet Zekî Îrmez têkildarî rewşa dawî ya li herêma erdhejê axivî.    ALTIN: PIŞTÎ HILBIJARTINÊ ALÎKARÎ HATIN BIRÎN    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş Altin, da zanîn ku di meha gulanê de di hilbijartinan de weke nimune alîkarî hatin kirin lê piştî hilbijartinê ev alîkarî bi temamî hatin birîn. Altin, axaftina xwe wiha domand: “Piştî hilbijartinê kesekê/î careke din pirsa mexdûrên erdhejê nekiriye. Pirsgirêk weke çiyan e lê ji bo çareseriyê kes tiştekê nake. Kes di nava xebatan de n^ne. Li her derê pirsgirêka ava paqij heye. 7 meh derbas bûn lê hêj hin cihên ku ceyrana wan nîne hene. Ji bo li konbajar û bajarên konteyniran de binesazî nîne her der di bin tozê de ye. Ev yek dibe sedema nexweşiyan.”   Altin, bi lêv kir ku bi cemîdîna hewayî re wê pirsgirêkên zêdetir bibin û wiha berdewam kir: “Hêj gelek welatî di konan de dijîn. Ne pêkane ku demsala zivistanê ya zor û zehmet de di konan de bimînin. Konteynir ne li gorî mehên zivistanê ne. Di baraneke kêm de jî hundirê wan bi avê tejî dibe. Di rojên cemidî de ne pêkan e ku mirov di hundirê wan de bisekine.”   REWŞA XWENDEKARAN   Altin, bal kişand ku zarok jî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û wiha lê zêde kir: “Ji konteyniran dibistan çêkirine lê hêj ji perwerdehiyê re amade nekirine. Ji ber niha hewa germe hundirê konteyniran gelek germ dibe. Di mehên zivistanê jî dê sar bibe. Ji bo ku zarok biçin dibistanê servîs têre nakin. Welatiyên bi erdhejê her tiştê xwe winda kirin, neçar mane ku servîsên taybet bigirin. Bihayê servîsên taybet jî gelek zêde ne.”   Altin, bal kişand ku travmaya erdhejê hêj berdewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Welatî nizanin ka dê kengî bibin xwedî xanî. Nizanin ka dê sibê çi bê serê wan. Travmayeke ku erdhejê afirandî hebû, li vê travmaya ku dewlet bû sebep jî lê hate zêde kirin. Divê şertên ku welatî bi awayekî birûmet lê bimînin bên afirandin. Heke ev neyê pêkanîn wê travma bi dawî nebin. Divê kesên pispor ên ji psîkolojiya civakê fêm dikin li qadê xebatan bimeşînin. Şûna psîkologên pispor tarikat û cemaet hene.”   ÎRMEZ: EV 7 MEH IN KARESAT DIDOME   Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Zekî Îrmez anî ziman ku desthilatê sozên beriya hilbijartinê dabûn mexdûrên erdhejê bi cih neanîne û wiha got: “Erdhej weke karesata sedsalê hate binavkirin. Ev karesat 7 meh in hêj jî didome. Ev karesat bi destê AKP’ê û MHP’ê tê domandin. Em bi gelek kesan re axivîn, em bûn şahid ku pirsgirêkên bingehîn nehatine çareserkirin. Heke wiha berdewam bike dê di demekî dirêj nikarin bên çareserkirin. Pirsgirêkên av, ceyran, perwerde û tenduristiyê weke roja ewil didomin. Avahî bi awayekî bêplan tên hilweşandin. Hêj kavil di nava bajaran de ne. Pirsgirêka asbestê mezin dibe.”   ALIKARIYA ŞAREDARIYÊN HDP’Î   Îrmez qala alîkariyên şaredariyên HDP’ê yên ku qeyûm tayînî wan nehate kirin ji bo herêma erdhejê şandin kir û wiha berdewam kir: “Li her cihê ku em çûnê welatiyan alîkariyên ku kêm şaredariyên HDP’ê yên qeyûm tayînî wan nehatine kirin ji me re vegotin. Heke qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê nehatibûya wê birîn zûtir hatibûna dermankirin. Em ê alîkariya xwe hem madî hem manewî bidomînin.”   Îrmez, da zanîn ku dê pirsgirêkên tespîtkirine bikin rapor û wiha lê zêde kir: “Me hewl da Meclisê bi rengekî awarte bicivînin. Lê ev daxwaza me ji ber muxalefet û desthilata AKP’ê û MHP’ê piştgirî nedanê çênebû. Lê me ji roja ewil ve dest ji armanca xwe ya ku erdhejê bikin rojeva sereke berneda. Me erdhej qet ji bîr nekir û nadin ji bîr kirin. Ji 1’ê cotmehê ve bi vekirina Meclisê dê rojeva me ya sereke bibe erdhej. Em ê li her platformê pirsgirêkên ku erhdej bûye sedem vebêjin. Ji bo ku em erdhejê têxin rojeva Meclisê tişta ji destên me bê em ê bikin. Şandeyên ku 4 roj bûn li bajaran digeriyan û hevberdevkên me dê bi hev re raporê amade bikin û bi rayagiştî re parve bikin.”   MA / Emrûllah Acar