Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da 2023-09-25 10:22:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran di encama krîza dil de jiyan xwe ji dest da.   Rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad Seyîd Evran ku 30 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di têkoşîna azadiyê, lêgerîna heqîqetê û ragihandina rastiyan de derbas kirin, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li ser malpera xwe parve kirine, Seyîd Evran ku beriya niha 2 caran kriza dil derbas kiribû û hatibû emeliyatkirin, di 22’yê îlonê de li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    DAXUYANÎ DÊ BÊ DAYÎN   Rêveberiya YRA’yê da zanîn ku wê îro (25’ê îlonê) derbarê mirina Evran de li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. YRA bang li tevahiya rojnamevanan kir ku tev li daxuyaniyê bibin.