Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek 2023-09-25 13:37:56 ÎZMÎR - Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê ya li navçeya Bayrakliyê pevçûna biçek derket û herî kêm 2 kes birîndar bûn.    Li Edliyeya Îzmîrê ya li navçeya Bayrakliyê pevçûna biçek derket. Piştî danişîna dozê di navbera her dû aliyên dijber, pevçûna bi çekan derket û di pevçûnê de herî kêm 2 kes birîndar bûn. Piştî agahîdayînê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Hat zanîn ku têkildarî bûyerê 2 kes hatin binçavkirin. Piştî pevçûnê jî li pêşiya edliyeyê, tevbirên ewlehiyê hatin zêdekirin.