Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin 2023-09-25 14:28:43   RIHA - Danişîna doza Hamdullah Bayram ê di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de girtî tê darizandin hate taloqkirin.    Danişîna doza rojnamevan Hamdûllah Bayram ê ji ber xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi Biryarnameya di Hikumê Qanûnê de (KHK) hate girtin bû bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Bi zanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” tê darizandin hate lidarxistin. Di 22’yê hezîrana 2023’yan de danişîna 14’emîn a doza Bayram ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê girtî tê darizandin, di danişîna doza li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku 12 rojnamevan jê dihatin darizandin de biryara yekkirinê hatibû dayîn. Di danişîna ewil a piştî biryara yekkirinê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate lidarxistin de Bayram ê ji 20’ê adara 2023’yan ve li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Sîncanê tê ragirtin û parêzerê wî Resûl Tamûr amade bûn.    Di danişîna bi tespîta nasnameyê hate destpêkirin de dozgerê derbarê esasê de mutalaaya xwe pêşkeş kir, daxwaza berdewama girtina Bayram kir. Bayram ê li dijî mutalaayê mafê axaftinê wergirt, daxwaza berdana xwe kir.    ‘ŞAHIDÊ NEPEN SÎXURÊ DEWLETÊ YE’    Parêzerê Bayram, Resûl Temûr ê pişt re mafê axaftinê wergirt, bal kişand ku beyanên şahidê nepen ê di dosyaya Enqereyê de hate guhdarkirin binakok in û wiha got: “Şahidê nepen îtîraf kir ku sîxur e. Di danişîna duyemîn de îtîraf kir ku li ser navê dewletê dixebite. Ji ber wê yekê ne şahidekî bêalî ye.” Temûr, destnîşan kir ku di doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku Bayram jê tê darizandin de kêmasî hene û wiha berdewam kir: “Di dosyaya Rihayê de kêmasî hene. Muwekîlê min ji ber rojnameya Ozgur Gundemê belavkiriye tê darizandin. Kunyeya rojnameyan heye. Rojname piştî destûra fermî bi awayekî fermî tên belavkirin. Lê hatiye îmakirin ku weke rojname derqanûnî belav kiribin. Têkildarî qedexeya rojnameyê teblîxek nehatiye kirin. Ji ber teblîx nehatiye kirin nikare weke sûc were hesibandin lê encax biryara komkirinê bê derxistin. Dozger tenê biryara qedexeyê ya pêvekê li ber çavan girt û daxwaz kir ku girtin berdewam bike. Ev bi awayekî teknîkî ne pêkan e.”   ‘BELAVKIRINA ROJNAMEYA QANÛNÎ NE SÛC E’    Temûr, qala beyanên şahidê nepen ê di doza Enqereyê de hate guhdarkirin ên têkildarî belavkirina rojname û kovaran a Bayram a li Meclisê kir û wiha lê zêde kir: “Ji ber navên sêyemîn derket divê bên guhdarkirin. Modernîteya Demokratîk kovareke qanûnî ye. Rojnameya Xwebûnê her hefte weke qanûnî derdikeve. Belavkirina kovar û rojnameyên bi awayekî fermî tên çapkirin derqanûnî nîne. Midurên karên nivîsan ên kovar û rojnameyan diyar in. Berpirsyartiya muwekîlê min nîne. Muwekîl anî ziman ku di hemû asta de bi belavkirina rojnameyê jiyana xwe didomîne. Ji ber muwekîlê min qertê çapemeniyê ji Serokatiya Ragihandinê wernegirtiye weke sûc tê dîtin. Lê Serokatiya Ragihandinê tenê têkildarî akredîteyê qertan dide. Qertên danasîna çapemeniyê nikarin weke sûc bên hesibandin. Di danişîna Enqereyê ku Bayram jê tê darizandin de hemû bersûcên girtî hatin berdan. Serokê dadghê ji ber darizandina li Rihayê tê kirin Bayram neberda.”   Şandeya dadgehê pişt re biryar da ku girtina Bayram berdewam bike û danişîn taloqî 23’yê cotmehê kir. Bayram ji ber ji danişîneke din re ji mehekê kêmtir dem maye şûna Girtîgeha Sîncanê ku lê tê ragirtin, birin Girtîgeha Hejmara 1’an a Rihayê.