Navê qeyûm li korika avê kir! 2023-09-25 15:42:07   RIHA - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar, dowîza li ser “Gola qeyûmê Pirsûsê Îbrahîm Guneş” dinîvîsî danî ser korika avê ya ji ber pirsgirêka binesaziyê ya li navçeya Pirsûsê çêbûyî.   Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Taxa Dîkîlî ya navçeya Pirsûs a Rihayê serdana dikandaran kirin. Şandeya ku parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar tê de cih digirt, pirsgirêkên ku dikandar dijîn guhdar kirin. Pişt re li avahiya HDP’ê têkildarî pirsgirêkên binesaziyê daxuyanî hate dayîn   Şenyaşar ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “6 meh in xebatên rê hene lê kolan veguherîna hêlîna koremişkan. Tişta îro herî zêde hate bilêvkirin bû pirsgirêka rêyên xerab.” Şenyaşar, bal kişand ku du serdem in qeyûm Şaredariya Pirsûsê bi rê ve dibin û wiha berdewam kir: “Qeyûm niha nikare navçeyê bi rê ve bibe. Navçeyê ceza dike. Em pêkanînên bêhiqûqî yên qeyûman dişopînin. Em ê hesabê ji kesên di bin van pêkanînan de îmzeyên wan hene bipirsin. Kesên ev tişt kirine wê hesabê bidin gel.”   GOLA QEYÛM!   Şenyaşar, piştî daxuyaniyê dowîza li ser “Gola qeyûmê Pirsûsê Îbrahîm Guneş” dinîvîsî danî ser korika avê ya ji ber pirsgirêka binesaziyê ya li kolana Destanê çêbûyî. Şenyaşar axaftina xwe wiha domand: “Cihê em lê ne navenda navçeyeke girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin e. 100 mîtroyan wêdetir Şaredariya Pirsûsê heye û hemû kolanên Pirsûsê di vê rewşê de ne.”   Şenyaşar da zanîn ku rayedarên şaredariyê ji dikandaran re gotiye “Ev ne karê me ye.” Şenyaşar, destnîşan kir ku hem dikandar hem jî gel tê mexdûrkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Pirsûsê gol nîne. Em jî vê weke golekê qebûl dikin. Heta ku xebatên binesaziyê diqedin dê ev pankart li vir bimîne.”