Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste 2023-09-26 09:29:48 AMED - Mele û alimên kurd ên bertek nîşanê nêzîkbûna li cenazeyan dan, anîn ziman ku ev faşîzm û hovitî ye û xwestin ku herkes ji vê zilma tê kirin re rabe ser xwe.    Şerê ku li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewime, her ku diçe dijwartir dibe. Tevî bangên aşitiyê jî ku hemû partî, sazî û dezgehên kurdan in, dewlet û saziyên wê nêzî çareseriyeke biaşitiyê nabin. Polîtîkayên şer, her roj pirtir zerarê dide civak û aramiya welat. Her wiha nêzîkbûna dewletê ya li hemberî cenazeyan jî, rastiyê bertekên mezin tên. Cenazeyên ku di bin dorpêça hêzên ewlekariyê de û tenê bi tevlibûna malbatê tên veşartin jî, nêzîkbûna dewletê nîşan dide. Mele û alimên kurd bertek nîşanî bêhurmetiya li dijî cenazeyan tê kirin dan û têkildarî vê mijarê nirxandin kirin.    Mele Yûsûf Înal bal kişand ser mijara nêzîkbûna cenazeyan û destnîşan kir ku di tu ol, bîrdozî, exlaq û tekoşînan de tiştek wiha nîne. Înal, anî ziman ku ev tişt faşîzm, dîktatorî û hovitî ye. Înal, bi lêv kir ku gava yekê/î jiyana xwe ji dest da divê rêz ji bo bê girtin û wiha got: “Êdî her tişt navbera wî û xwedayê wî de ye. Wezîfeya mirovahiyê, Îslamê çi be, divê li gor wê hirmet bê dayîn. Pêxember (AS) di civatekê de rûniştiye, cenazeyek tê û ew jî, ji ber cenaze radibe ser pêyan. Hinek kes jê re dibêjin ‘Ya Resûlûllah ev ne misilman e, tu çima radibî ser pêyan?’ Pêxember (AS) jî dibêje ku ‘Ma qey ne mirov e?’ Lewma ji hemû mirovan re ku kurd, tirk, ereb, ecem, faris, îngilîz çi dibe bila bibe ol, netew û rengên wan nayên pirsîn, divê rêz bê girtin. Bi vê kiryarê rêzê ji bo xwedê nagirin, xwedê nasnakin, ol nasnakin. Diçin mezelê kesên ku çend sal berê rehmet kiriye, hestiyên wan dixin turikan û tînin dixin binê rêyan. Navê vê yekê çiye?”   ‘JI BO ÇARESERIYÊ TU HEWLDANÊN WAN NÎNE’   Înal, diyar kir ku elaqeya dewletê bi olê Îslamê re nîne, ola wan ya xwedê nîne ya dewletê ye. Înal, destnîşan kir ku Qûran danîne aliyekî, dîkdatorek ji xwe re kirine xwedê. Înal, da zanîn ku bingeha Ola Îslamê aşitiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cihê aşitî tê de tune be, behsa Îslamê nayê kirin. Em li hember şer in. Lê di hemû qanûnên cîhanê, qanûnên Îslamê de xweparastin rewa ye. Ji bo mal, can, ziman, çand, huner, mirovên xwe hwd. biparêzî xweparastin şert e. Xwezî şer îro biqediyaba, lê ji Îttîhat Terakkiyê bigire heta roja îro hişmendiya dewleta tirk, li ser înkar, îmha û qetlîama gelê kurd avabûye. Di hişmendiya wan de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu hewldan nîne. Ji ber ku tu hewldanên wan nîne, divê em di warê olî, exlaqî, netewî hwd. de destê biratiyê dirêjî hev bikin.”   ‘DI ŞER DE SÛD NÎNE’   Mele Îbrahîm Sûngûr, anî ziman ku ji artêşeke ku hejmara miriyên leşkerên xwe vedişêre, cenazeyên wan dişewitîne re tiştekî bibêjin nîne. Sûngûr, diyar kir ku êdî ji zagon û mirovahî derketine û ev tişt got: “Ez kêmasiyê di wan de nabînim. Ji ber ku ji mirovatiyê derketine. Heke misilman bin em li gor Ola Îslamê bang li wan dikin. Di Îslamê de kuştin nîne, xwîn rêtin nîne û aştî heye. Heke aliyek aştiyê nexwaze, li ser misilmanên din ferze ku piştî hêza aştixwaz bigirin û hêza aştiyê naxwaze binîn rêya aştiyê. Di şer de sûd nîne, ev şer şerê tunekirina kurd û Kurdistanê û pûç kirina destkeftiyên kurdan e.”   ‘HETA KESEK NEBE MIROV, NABE MISILMAN JÎ’   Mele Şukru Aslan, da zanîn ku di Îslamê de kuştin nîne, tenê xweparastin heye û got ku: “Hêvî dikim ev şer di demeke herî nêz de xelas bibe.”   Mele Îhsan Sezgîn jî destnîşan kir ku mirovanetî û misilmantî ji hev cuda ne û got ku heta kesek nebe mirov, nabe misilman jî. Sezgîn, anî ziman ku bêrêziya li cenazeyan tê kirin, tê wateya bêrêziya li xwedê tê kirin. Sezgîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev mirovên ku bi meyîl, gotin û daxwazan bibe sedemê kuştina mirovan, mirovan bide kuştin ne misilman in û ne jî mirovin. Divê mirov bi tevger, ziman û kiryarên xwe hertim li dijî pîsîtî, nebaşî, bêheqiyê bê. Heke mirov van tiştan pêk neîne, biçin mizgeftan heta sibê nimêj jî bikin, ne misilman e.”   ‘ŞERÊ BIRAKUJIYÊ ŞERÊ XWEKUJIYÊ YE’   Sezgîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şer xerabiyê, tunebûnê, feqîriyê, bêaramiyê, bêexlaqiyê tîne. Aştî jî, başiye, qenciye, bilindbûne, merhamet e. Divê herkes ji cihê xwe rabe û vê zilmê bide rawestandin û divê herkes ji bo aştiyê têbikoşe. Banga min ya ji bo Başûr jî ew e ku em birayên hev in. Di cîhanê de pir şerm e ku mirov xiyaneta qewmê xwe bike. Şerê birakujiyê, şerê xwekujiyê ye. Gava min birayê xwe kuşt, ez xwe jî dikujim. Heke hemû cihan di bin banê komeleyekê de kom bibin em qebûl dikin. Lê heke herkes xwedî komeleyek be, çima ji min re suc e?”   MA / Bazîd Evren - Mujdat Can