Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin 2023-09-26 14:53:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Peyama kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin.    Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran di 12’ê Îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Peyama ku rojnameger Evran ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsandî ji hêla Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ve hate weşandin. Evran, di 17’ê çileya 2022’yan de çû serdana mala ku di nava gel de weke “Mala Rêbertiyê” tê pênasekirin a li gundê Elpelûr ê Kobanê ku Abdullah Ocalan 3 mehan li wir mabû. Di serdanê de Evran, ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev peyam nivîsandiye: “Mimkin nîne ku mirov van hestan bikare vebêje. Heke me 43 sal berê bigota ku dê li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li 4 parçeyên Kurdistanê şoreşê bikin, kesekî ji me bawer nedikir. Dê ji me re bigotina hûn dîn in. Şoreş, 43 sal berê li vê derê dest pê kir. Yek ji malên ku Rêber Apo dema derbasî Kobanê bûy û lê mayî jî ev mal e. Li vê derê gavên şoreşê gav bi gav hatin avêtin. Mirov nikare van hestan pênase bike û mirov bê keyfxweş dibe. Silav û rêz Seyîd Evran.”    DÊ SIBE WERE DEFINKIRIN    Cenazeyê Evran dê sibe li Qamişlo bi girseyî were definkirin. Cenaze dê saet di 11.00’an de ji morgê were girtin û li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan were definkirin.