KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin 2023-09-26 15:34:19     NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku endama wan Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin.    Endama Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ya bi nasnave Ciwana Sine di 1’ê tebaxê de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hate revandin.    Di daxuyaniyê de KJAR’ê wiha got: “Di 1’ê tebaxa 2023’yan de endama rêxistina me, Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ya bi navê Werîşe Mûradî bi nasnav Ciwana Sine ku Li rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî û rêxistinî yên jinan dimeşand, li herêmên derdora bajarê Sine ji aliyê hêzên Asayîşa Komara Îslamî ve hatiye revandin û birine ciheke nediyar. Tevî hemû hewldanên malbatê jî derheqê çarenûsa hevala me Werîşe Mûradî de tu agahî nehatin girtin. Vê jî fikarên me û malbatê zêde kirine. Ji ber ku hêzên rêxistina sîxurî ya spahê pasdaran û wezareta İtilaetê hevala me revandine, ji jiyana hevala me Komara Îslamî ya Îranê berpirsyar e. Banga me ji bo raya giştî, raporterê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo karûbarên mafên mirovan a li Îranê û saziya navnetewî ya mafên mirovan ew e ku bêdeng nemînin û karên pêwîst bikin.”