Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin 2023-09-26 16:53:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê hate destpêkirin.    Înîsiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê di 9’ê îlonê de ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî dabûn destpêkirin. Înîsiyatîfê, îro jî li Qada Suryan a Taxa Nasra ya Hesekê çalakiya konvedanê da destpêkirin.    Şandeya Navenda Perwerdeyê, Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê û Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çalakiyê bûn.   ‘ARMANCA KOMPLOYÊ TUNEKIRINA ŞOREŞÊ YE’   Di çalakiyê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nalîn Elî axivî û behsa girîngiya çalakiyê kir. Elî, wiha got: “Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî, me gelek destkeftî li herêmê bi dest xistin. Armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, tunekirina şoreşê ye. Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye akademiyekê.”   Elî, bang li azadîxwazan kir ku têkoşînê mezin bikin ta ku tecrîd bi dawî dibe. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên têkildar jî kir ku rewşa Abdullah Ocalan eşkere bikin.    ‘AZADIYA OCALAN, AZADIYA GELAN E’   Bi navê Navenda Perwerdeyê Mele Elî jî destnîşan kir ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiya gelan û mîsogeriya aştiya li herêmê ye.   Çalakî dê heta sibe êvarê berdewam bike.