Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe 2023-09-27 09:01:31   STENBOL - Cîgirê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar, diyar kir ku PDK bi astengkirina şandeyên ku dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî vekolin ser sûc dinixumîne û got: "Em hewl didin bîrekê çêbikin. Em hewl didin van veguherînin dozan."   Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD), têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê tên bikaranîn, li welatên Ewropayê di warê hiqûqî de tevdigere. Cîgirê Serokê MAF-DAD'ê parêzer Mahmût Şakar, ragihand ku ji ber ku PDK nahêle li herêmê bikaranîna çekên kîmyewî bê vekolandin, êriş heya niha venguherîne dozê.    Şakar bilêv kir ku di warê bikaranîna çekên kîmyewî de sicîla Tirkiyeyê pir xirab e û got ku dîmenên 2 HPG'iyên ku rastî çekên kîmyewî hatibûn û hatibûn belavkirin bibîr xist. Şakar diyar kir ku piştî wan dîmenan ew tevgeriyane û got ku malbatên HPG'iyên jiyana xwe ji dest dane li Ewropayê serî li wan dane. Şakar ragihand ku piştî serlêdanan bang li Yekîtiya Bijîşkên Li Dijî Şerê Nukleerê ya Navneteweyî (IPPNW) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirine ku "şandeyekê bişînin herêmê."    ‘PDK EW ASTENG KIRIN'   Şakar destnîşan kir ku ji ber êrişên bi çekên kîmyewî şande çûne herêmê, lê belê PDK'ê şandeyan asteng kiriye û got ku ji ber vê astengiyê xwe negihandine delîlan. Şakar wiha domand: "PDK ser eşkerekirina sûcên şer dinixumîne. Ji ber vê ev mijar veneguherî dozê yan jî serlêdanan. Ji ber ku di warê hiqûqî de delîl tên xwestin, me jî ji bo ev veguherin dosyeyekê îtiraz kir. Em hê jî ji bo vê dixebitin."    Şakar bilêv kir ku tevî hemû astengiyên PDK'ê jî IPPNW çûye Herêma Kurdistana Federe û li vê derî bi hin helwdanên qadên sivîl raporek amade kiriye û wiha domand: "Di wê raporê de behsa şopên çekên kîmyewî kirin. Ji bo lêkolîneke berfireh û ji bo saziyên têkildar têkevin dewrê daxwaz kirin. Tenê ne IPPNW gelek delegasyonên ewropayî li Hewlêrê hatina stengkirin. Tew Almanyayê jî hin şande asteng kirin. Dewletên navneteweyî bi hevkarî lêkolînkirina van îdiayan asteng kirrin û pêşî li ber eşkerekirina van sûcan girtin. Ev yek eşkere nîşanî me dide ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn."    Şakar diyar kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hemû raporên ku amade kirine ji saziyên têkildar û parlamentoyan re şandiye û wiha got: "Her wiha saziyên kurdan, rêxistinên civaka sivîl jî raporên xwe yên di vî warî de berpêşî meqamên têkildar ên welatan kirin. Ez wiha difikirim ku di destên dewletan de têkildarî van sûcên Tirkiyeyê de belge û agahî hene. Helbet bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî şer e û di warê hiqûqa mirovî de sûcekî ku nakeve ber demboriyê. Îro şert û mercên navneteweyî nahêlin Tirkiye ji ber vî sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin. Dibe ku ji bo vê derfet tune bin. JI ber ku Tirkiye ne endameke dadgeha ceza ya sûc a navneteweyî ye û ji ber ne di nava platformên bi vî rengî de ye, ev dike ku li van saziyan doz jî li wan neyê vekirin."    Şakar destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî tim di rojeva wan de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em, qet nebe hewl didin bîrekê, hafizeyekê çêbikin. Em tiştên qeiwmîne dikin arşîv. Em hewl didin van veguherînin pêvajoyeke hiqûqî û dozan."