Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun 2023-09-27 09:01:53 COLEMÊRG - Nûnerê KNK'ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun ê ku li Hewlêrê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin, piraniya temenê xwe di rêya xebatên ji bo pêşvebirina kurdî û yekitiya neteweyî de derbas kir.    Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (NK) ê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun, di 18'ê îlonê de li avahiya kongreyê ya li Hewlêrê di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. 9 roj di ser êrişê re derbas bûne lê hê jî kujerên Bulbun nehatine zevtkirin. Bulbun ku di sala 1988'an de li gundê Dêlezê yê navçeya Gever a Colemêrgê hat dinê, di sala 1994'an de ji gund derket û dibistana seretayî û navîn li Geverê kuta kir û li Wanê jî ji Beşa Çandiniyê mezûn bû.    Bulbun ji hêlekê ve dibistana xwe domand, ji hêla din ve jî li Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) dest bi dersên kurdî kir. Bulbun piştî demekê bû mamsoteyê kurdî. Bulbun, di salên xwe yên xwendekariyê de jî li Komeleya Xwendekarên Welatparêz (YODER) li ser zimanê kurdî û dîroka kurdî lêkolîn û xebat kirin.   PÊVAJOYA GIRTÎGEHÊ   Bulbul di 15'ê Sibata 2009'an de di salvegera komploya navdewletî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bû hedefa komên faşîst û rastî êrişeke bi kêran hat. Bulbun ji ber vê êrişê bi rojan di nexweşxaneyê de ma. Lê bêyî ku dermankirina Bulbun bi dawî bibe polîsan ew binçav kirin û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê. Bulbun nêzî salekê li vir ma û paşê ew şandin Girtîgeha Mûşê ya Tîpa T'yê. Bulbun piştî 3 mehên li Girtîgeha Mûşê di danişîna navberê de hat berdan. Bulbun piltî berdanê perwerdehiya xwe ji cihê mayî domand û di sala 2012'an de piştî kutakirina zanîngehê vegeriya warê xwe Geverê.    PÊVAJOYA 'XWERÊVEBERIYÊ'   Bulbun, piştî ku vegeriya warê xwe jî dest ji xebatên xwe yên zimên berneda. Ji sala 2012'an heya 2015'an di nava Tevgera Zimanê Kurdî û Perwerdehiyê (TZP-Kurdî) de xebitî. Bulbun li Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş ku di 2014'an de hat avakirin û paşê bi KHK'ê hat girtin, ders da. Bulbun ku di Meclisa Bajêr a Demokratîk a Geverê de cih girt, di sala 2015'an de piştî ragihandina "xwerêveberiyê" der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Bulbun ji bo neyê girtin derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û li vir jî piştî 5 salan derbasî Herêma Kurdistanê bû. Bulbun li vir jî ji bo xebatên yekitiya neteweyî xebitî û di nava KNK'ê de cih girt.    Adem Bulbul behsa birayê xwe Denîz Cevdet Bulbun kir.    ‘XWEDÎ KESAYETEKE PÊŞENGÎ BÛ'   Bulbun ku di heman demê de xwendekarê birayê xwe, behsa qîmeta ku wî dida zimanê kurdî kir û got ku bi navê "mamoste" bang li birayê xwe dikirin. Adem Bulbun wiha axivî: "Mamoste, ji zarokatiya xwe heya roja şehdaeta xwe ji bo zanînê û fêmkirina jiyanê hewl da. Hesasiyeta wî ya ji bo zimanê kurdî û girêdana wî ya ji bo tevgera kurd ji ber asîmlasyon û zextên ji dema zarokatiyê bûn. Denîz, ji bo li her qadê li dijî vê asîmlasyonê û zextê bitêkoşe soz da."    Bulbun destnîşan kir ku felsefeya jiyanê ya birayê wî, helwesta wî û kesayeta wî ya pêşengî ji aliyê her kesî ve dihat dîtin û wiha pê de çû: "Gava li wan dixwend, di dema erdhejê de tevî komeleyan di nava hemû xebatan de cih girt. Berpirsê koordînasyona konebajaran bû. Gava kon hatin, Denîz konekê ji bo perwerdehiya zarokan eyar kir. Kurd, tirk, ecem ferq nedikir ji bo perwerdeiya hemû zarokan dixebitî. Mamoste bi derfetên kêm ji bo zarokan dibistaneke ji konan ava kir."    KURDÎ FÊRÎ MALBATA XWE JÎ DIKIR   Bulbun xebatên birayên xwe yên li Geverê jî bibîr xistin û got ku birayê wî wateyeke "pîroz" li zimên bar dikir û got: "Gava diçû nava bax û baxçeyan tim pirtûk, lênûsk û pênûs pê re hebûn. Em perwerde dikirin. Mamoste tenê ne li TZP an jî KURDÎ-DER'ê, li malê, li herî derî kurdî fêr dikir. PIştî ku li nava malê perwerdehî dida me, ezmûnek çêdikir, puan didan me û bi vî awayî serketina me dipîva. Denîz tim em bi hêz dikirin. Gava pirsgirêkeke me çêbûbûya çareya me ew bû ku em Denîz bibînin."    AXAFTINA DAWÎ   Bulbun destnîşan kir ku berî birayê wî bê qetilkirin bi rojekê bi hev re axivîne û got: "Axaftina me û wî û pir girîng bû. Tu axaftineke me ne jirêzê bû. Axaftina me ya dawî jî li ser dosyeyên wî bûn. Me got divê em şîfreya te ya e-dewletê werbigirin. Xwest bi rêya parêzerekî fêr bibe ku dosyeyên wî di çi rewşê de ne. Lê şîfre nedan me û me bi salan agahî ji dosyeyên wî negirtin. Fikarên me hebûn. Ji lew re herêma ku ew lê dixebitî, me dizanibî dê malbata Barzanî çi bike. Ji ber vê fikarên me hebûn. Sûîqastên berê li ber çavan e. Lê qethiyen nedihat bîra me ku em xebara şehadeta mamoste werbigirin."   'EM Ê TÊKOŞÎNA WÎ BIDOMÎNIN'   Bulbun anî ziman ku ew ê têkoşîna birayê xwe bidomînin û got: "Heya ev suîqast eşkere nebe, em ê vê bişopînin. Em ê ji bo pêkanîna xeyal û xwestekên Denîz têbikoşin."    MA / Mazlûm Engîndenîz - Rûken Polat